Jina ji destana berxwedanê ji nû ve vejiya: Meena Keshwar Kamal

  • 09:46 27 Sibat 2018
  • Portre
Duygu Erol
 
ENQERE - Meena Keshwar Kamal, li Afganîstanê ji bo jinan rêxistin bike û perwerde bike têkoşîn da û RAWA ava kir, ji bo azadiya jinan û demokrasiyê têkoşiya.  62’emîn rojbûna Meena ya di dîroka jinan de nemir bûye.
 
Çîroka Meenayê wek ‘Tişta hîn dikir di esasê de barê azadiyê bû. azadî barekî giran e, berspirsyariyek mezin ya divê rih lê bar bibe ye. Ne hêsane. Ya hatiye dayîn ne diyariye, tercîheke hatiye kirinê ye;Ev tercîh jî tercîhek zehmete.’ tê vegotin. Ji ber Meenayê ya zehmet tercih kir. Meena Keshwar Kamal di 27’ê Sibata 1956’a de li Kabîlê welatekî bi agir tê dinê. Di jiyana xwe ya kurt berdewam kir de aktîvistiya mafê mirovan kir û di têkoşîna femînîzm û polîtîk de jî cih girt. Meena di heman demê de helbestkar bû û wek di helbestek xwe de got ‘Ez jinekim ji xewa hezar salî şiyar bûme’, di seransrê jiyana xwe de têkoşîna azadiya jinê da. Di salên li zanîngeha Kabîlê de dixwest tevgera sosyalîst û femînîzm nas kir. 
 
Çalakiyên kolanê rêxistin kir 
 
Meena di salên zanîngehê de di tevgerên xwendekaran de aktîf rol girt û di zemîna têkoşîna azadî û jinê de xwe ji nûve afirand û wek mîlîtanekê ji zanîngehê veqetiya. Di 1977’an de ji bo faliyetên siyasî û azadiya fikr û ramanê RAWA ava kir. Bêguman RAWA’yê herî zêde xîtabê jinên hatine bêdengkirin û xizanan kir. Meena bi RAWA’yê re ket xebatek mezin û li aliyê din xebatên jinan û perwerdê meşand û di 1979’an de li dijî hêzên leşkerî yên Rûs û rejîma Afgan kampanya da destpêkirin û li dibistan, kolej û zanîngeha Kabîlê çalakiyên kolanê û civînên girseyî pêk anîn.
 
Payam-e Zan hat derxistin 
 
Meena di 1981’ê de Kovara Payam-e Zan (Peyama Jinê) ya sê mehan carê bi Farsî û Urdunu dihat weşandin derxist. Bi vê kovarê armanc kir ku jinan teşwîqê têkoşîn û cesaretê bike. Ji ber kovarê rejîm rexne dikir piştî demekê matba nedît. Jinên RAWA pes nekirin. Piştî demekê kovarên xwe bi şev mal bi mal geriyan û gihandin jinan. Meena jî tê de hemû endamên RAWA, îlegal dixebitin û nasnav bi kar dianîn û her tim rastî tehdîdên mirinê dihatin. Endamên RAWA’yê ji sê alî hatin dorpêçkirin Endamên RAWA ku bi nivîsên xwe, xwe gîhandin jinan, li taxan, fabrîkayan bi jinan re civîn û perwerde pêk dianîn. Li dijî mêtîngeriya jinê, şîdeta li ser jinê xebatên rêxistinê meşandin û di heman demê de ji bo piştevaniya navbera jinan xurt bikin, bi jinên aboriya wan baş re, bi jinên xizan re ketin piştevaniyê. Di vê pêvajoya ku gelek endamên RAWA hebûn, ji her sê aliyan ew hatin dorpêçkirin û bi kuştinên kiryar nediyar hatin qetiklirin. Gelek jinên mîlîtan hatin girtin. 
 
Parastina mafên zarokan
 
Meena ku mafê zarokan jî diparast, ji bo zarokên penaber Dibistanên Watan, li Pakîstanê jî ji bo jinên penaber nexweşxaneyek û navendek hunera destan av akir û di alî aborî de piştgirî da jinên Afgan. Meena çû Fransa û gelek welatên Ewropa têkoşîna azadiya jinê vegot. 
 
Bi suîkastê hat qetilkirin 
 
Meena di 4’ê Sibata 1987’an de ji aliyê hêzên paramîlîter yên dewletê ve hat qetilkirin. Baweriya Menna bi hêza jinê tam bû. Meena piştî mirina xwe wek di helbestên xwe de jî gotiye; di têkoşîna azad û wekhevî ya jinên Afgan û destanên berxwedanê de cihê xwe girt. Li gorî hinekan ji aliyê KGB li gorî hinekan ji aliyê serwîsa veşarî a Afgan JAD û li gorî hinekan jî ji aliyê lîderê oldaran Gulbeddîn Hîkmetyar ve hatiye qetilkirin. Piştî demekê kesekî got min ew kuştiye lê negot li ser navê kê gule barandiye. 
 
Gora wê li ku ye?
 
Hîna jî nayê zanîn gora Meena li ku ye. Lê hemû jinên welat wateya rêya ku Meena ji bo wan vekiriye dizanin û ji bîr nakin. Jin li dijî hemû zext , şer û dagirkeriya mêr ev 40 sale bi RAWA re di rêya xwe de dimeşin.