Jina bi dengê xwe qedexe rakir, piştî Eyşe Şanê…

  • 09:22 17 Kanûn 2017
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Eyşe Şan a jiyana wê bi surgun, hesret, zext û êşê derbas bû 21 sal berê jiyana xwe ji dest da.  Rihê serhildêr û naîf yê Eyşe Şan hîna jî rêya jinên muzîkê ronî dike.
 
Eyşe Şanê 21 sal berê jiyana xwe ji dest da. Di sala 1938’an de li Amedê hat dinê û di 18’ê Qanûna 1996’an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da. Ya li pey Eyşe Şan ma, şopa jiyana wê ya tije têkoşîn ya ji bo hunera xwe da ma.
 
Eleqeya wê ya ji bo muzîkê di temenê biçûk de dest pê kir
 
Eyşeyê di sala 1940’î de li Amedê li maleke ku dîwana dengbêjan ava bûbû, eleqeya wê ya ji bo muzîkê di temenê zarokatiyê de dest pê kir. Eyşyê di nav jinan de îlahî got û dest bi jiyana hunera xwe kir. Pergala serdest a mêr û feodal dixwest dengê bi heybet ê Eyşeyê bibire. Ji ber vê têkoşîna ewila Eyşeyê li dijî civakê bû. Eyşeyê ji bo hunera xwe pêk bîne neçar dimîne ji Amedê veqete û jiyana xwe ji wê pê ve di surgunê de derbas kir.
 
Neçar ma Tirkî bêje
 
Eyşeyê, navên weke Eyşana Kurd, Eyşe Xan, Eyşana Elî jî bikar anî û klamên xwe striya. Ewil li Dîlokê bi cih bû. Li Dîrokê jî rastî feraseta ‘Tu nikarî strana Kurdî bêjî’ hat. Ji ber vê yekê Eyşeyê du salan di radyoyekê de bi Tirkî stran striya.
 
Jiyanek di surgunê de derbas bûye
 
Eyşeyê di 1963’an de ji ber pirsgirêkên aborî diçe Stenbolê û li wir dengê xwe zêdetir dide bihîstin. Eyşeyê bi strana ‘Ez xezal im’ serkeftinên mezin bidest xist, kasetek ji stranên Kurdî û Tirkî pêk dihat derxist. Lê li Stenbolê jî rastî zextên dewletê hat. Ji ber vê jî koçî Elmanyayê dike.
 
Eyşeyê ya li vir têkoşîna hunerê dida, keça wê ya 18 mehî Şahnazê jiyana xwe ji dest da û li ser vê Eyşeyê gelek bi bandor bû strana xwe ya ‘Qederê’ li vir dinivîse. Eyşeyê piştî gelek salan şûnde carek din vedigere Stenbolê û dîsa rastî zext û tehdîdan tê. Vê carê zarokên wê jî ew tenê hiştibû. Eyşeyê li ser vê di 1979’an de diçe Bexdayê.
 
Di Radyoya Dengê Bexdayê de bi navê Eyşana Elî  stranên xwe got û  li ser vexwendiya Waliyê Hewlêrê diçe Hewlêrê. Eyşeyê li vir gelek konseran dide. Eyşeyê ji ber klam distra rastî zextên bira û xizmên xwe hat û carek din ji ber vê neçû warê xwe Amedê. Eyşeyê di jiyana xwe ya surgunê de unvana ‘Keybanuya bê taç’ digire.
 
Hîna li surgunê ye…
 
Eyşeya di 18’ê Qanûna 1996’an de jiyana xwe ji dest da, dixwest li ser axa xwe bê definkirin lê wesayeta wê neanîn cih û hîna li surgunê ye. 
 
Çîroka wê hêzê dide jinan
 
Eyşeya ku ji bo hunerê bike li dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşiya, ji bo hunera Kurdî bike jî li dijî dewletê têkoşiya. Li gorî hinekan Eyşeyê bedela vê bi tenêtiyê daye. Têkoşîna Eyşeyê ji bo gelek jinan dibe çavkaniya hêz û îlhamê.