Jinan hemû fanus parçe kir: SylviaPlath

  • 09:34 26 Cotmeh 2017
  • Portre

NAVENDA NÛÇEYAN - Sylvîa Plath ya yek ji helbestkarên girîng ya wêjeya Amerîkayê ye, ji bo helbestên wê bên fêmkirin divê jiyana wê bê zanîn. Sylvîa ku helbestên xwe wek nîşaneya jiyana xwe nîşan dide, hîna bandorê li ser helbestkar û nivîskarên jin dike.

Nivîskar û helbestkara Amerîkayî Sylvîa Plath di 27’ê cotmeha 1932’an de li Bostonê hat dinê.  Bavê wê ji Elmanyayê û dayika wê ji DYA’yê ye.  Helbesta xwe ya yekem di 8 saliya xwe de weşand û di 1950’yî de bi bursê ket Smîth College  û di sala duyemîn de întîxar kir.  Di sala duyem ya dibistanê de li nexweşxaneyeke aqil hat razandin. Sylvîa di 1955’an de ji Smîth College bi derece mezun bû. Dîsa bi burs Zanîngeha Cambrîdge qezenc kir.
 
Helbestên wê di rojnameya zanîngehê Varsîty de hat weşandin û li vir helbestkar TedHughes nas kir û pê re zewicî.   Sylîvîa xwest dest ji hevjînê xwe berde û piştre bi zarokên xwe re xaniyek kirê kir.  Ji bo Sylvîa salên 1962-63’an zehmet derbas bû.  Sylvîa di 11’ê Sbiata 1963’an de dawî li jiyana xwe anî.  Dayika wê Sextonê jî piştî mirina Sylvîa dawî li jiyana xwe anî.
 
Nokteya girîng a jiyana wê
 
Ji bo helbestên Sylvîa bê fêmkirin divê jiyana wê bê zanîn.  Di helbestên xwe de cih dide hevokên ku jiyana wê vedibêje. Sylvîa jiyana xwe bi pirsgirêkên psîkolojîk didomîne.  Ev jî wê berbi întîxarê dibe.  Bi mirina bavê wê re pirsgirêkên psîkolojîk dest pê dike.  Sylvîa hîna 10 salî bû  hewl dide întaîxar bike. di 21 salî de jî întîxar dike. Sê roj şûnde dayika wê dibîne.  Ev dibe nokteya girîng a Sylvîa. 
 
‘Şirça Fanus’
 
Di nav berhemên wê yên li Tirkî hatiye wergerkirin de romana bi navê ‘Şirça Fanus’ heye.  Ji aliyê gelek kesî ve wek romana femînîst a Amerîkayê ya yekemîn tê nrixandin.
Slyvîa pirsgirêkên bi bavê xwe re jiyaye jî di helbestên xwe de vedibêje.  Hêrsa li dijî bavê xwe di helbestên xwe de bi hêrs vedibêje.  Ji ber tecrubeyênbi bavê xwe û Ted re ji mêran nefret dike.
 
 Piştî Sylvîa dawî li jiyana xwe anî şûnde gelek helbestkar û nivîskarên jin ji helbestên wê bi bandor bûne.
 
Lîstikvanê Oscarî GwynethPaltfrow jiyana wê bi fîlmê ‘Sylvîa’ kişand.
 
Berhemên SylîvîaPlath wihane:
 
Johnny Panik û pirtûka pîroz a xewnan (nivîsa rast), Sirça Fanus (roman), rojnivîsk (nivîsa rast),Sê jin, Suyu Geçîş, TheColossus (helbest), Ariel (helbest), CrossingtheWater (helbest), WinterTrees (helbest), TheCollected Poems (helbest), Mutbexa Kîraz xanimê, SylviaPlath – Xêz, Cilê û bergên nabin pirsgirêk, Bûkaniyên Tîrmehê