25'ê Cotmehê 2014: Reyhan Cabbarî ji aliyê Rejîma Îranê ve hat darvekirin

  • 12:23 25 Cotmeh 2017
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Reyhan Cabbarî berî bisê sal di 25'ê cotmehê de ji ber ku tecavûzkarê xwe kuşt, ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Reyhan di nameya xwe ya ku ji dayika xwe re nivîsi de wiha digot "Tenê xwestekek min ji te heye dayê. Negrî û guhdar bike. Ev dûnya ji me heznekir û ez ji vê qederê naxwazim. Min li bin axê vî welatî de veneşêre... Ez naxwazim tu cilên reş li xwe bikî. Bila ba min bigre û biçe..."
 
Li hemberî dîroka pergala desthilatdariya mêr ya ku dixwaze hebûn û hêza jinê biçewsîne, jinan her serî hildane û dîrokên xwe bi serhildanan neqişandine. Yek ji van jinên serhildêr jî Reyhan Cabbarî ye. Reyhan di 19 saliya xwe de li hemberî tecavûzkarê xwe parastina xwe ya rawe pêk anibû. Di sala 2009'an de hat girtin, 5 salan  her ku derdiket pêşberî dozgeriyê digot 'min parastina xwe ya rewa pêk aniye' lê belê hişmendiya ku bi pergala desthilatdariya Îranê mezinbûye bawer nekir. Reyhan ji ber ku tecavûzkarê xwe kuşt, hat darvekirin. Li gel ku jin li her çar aliyê cîhanê ji bo Reyhanê ketin tevgerê jî rejîma Îranê di cotmeha 2014'an de Reyhanê bi dar ve kir.
 
Reyhan ji ber ku hat girtin di roja yekem de li hemberî şîdet û pergala desthilatdariyê porê xwe birî û berî bê darvekirin nameya ku ji dayika xwe re nivîsiye wek mîrateyek ji tevahî jinan re hîşt. Reyhan bi gotina "Vê cîhanê tu car ji me heznekir... Ev welatê ku te bi heskirina wî ez mezinkirim tu dem me nepejrand" û bi van hevokan di nameya xwe de qala daraza bê edelet dike: 
 
"Dayika min a hêja şolîh
 
Îro min bihîst ku dora min hat ku ez li beramberê qenarçiyan bi sekinim. Ez gelek diêşim ku te bi xwe ji min re ne got kû ez gihame rupela dawîyê, ji pirtûka jiyana xwe. Ma ti jî ne bi min reyî, divê ku  min zanibûna? Tu zanê ku niha çiqas şerm dikim û li ber xwe dikevim. Ji êş û liyaniyên ku min ji te re hiştin. Çima te derfetek neda min ku ez destê te û yê bavê xwe, maç bikim? 
 
Cihanê hişte ku ez heta temenê 19'an bijîm. Heta ku ew şeva xerab û reş hat. Di wê şeva ku divê ez hatibûma kuştin û wê canê min di qorziyek kolanên bajêr de hatibûna avêtin û piştî çend rojan wê polîsan bangî te bikira ku tu biçî bîroya bijîşkên şeriyî ku ji bo li wir cenazêya min nas bikra û zanî ba ku keça te hatibû tecawizkirin. Lê kûjer wê ne hatiba naskirin. Ji ber ku bi qasî yê wan ne pereyê me û ne  jî hêza me hey. Ji bo vê te yê jiyana xwe tev bi êş û azaran derbaskiribikî û  wê ev êş bibûna sedema ku tu zû biçûya ser dilovanîya xwe û li wir wê her tişt bi dawî bibûna.
 
Bes dîsa jî û piştî wê derbeya mezin jî çîrok bi temamî hat guhertin. Canê min di qorzîkî de ne hat avêtin. Ez birim zindana Evînê. Di odeya yekane de. Zindana ku wek tirba li şehrayî. Bes tu baş dizanî ku mirin ne dawîya jiyanê ye.
 
Diya min a delal; te ez hîn kiribûm ku dema yek ji me tê vê cihanê dibê ku fêrî dersan bibe, tecrûbeyan bigrê û berpirsiyartiya her xudêdayekî dikeve ser milê kesayêtên din. Tê bîra min ku te carekê ji min re gotibû 'dema ku mirov bixwazê nirxekî mirov hebê divê ku gelek xwe biêşînê, ked û hewildanek mezin bidê ku pêdivî hebe jî wê jiyana xwe jî bi qorbana vî nirxî bikê'. Te ez hîn kiribûm ku dema ez biçim dibistanê divê ku ez karibim bi kêrî xwe bêm û ez li dijî  zehmetî û nexweşîyan jineke bi hêz bim. Tê bîra te çiqas li ser şêwazê jiyanê em disekinîn. 
 
Tecrûbeya te rast bû. Lê belê dema ev bûyer çêbû tiştê ku te ez hîn kiribûm û yê min ku di jiyanê de girtî, têra min nekir. Dema ez pêşwazî dadgehê kirim, ez weka kujerekê derxistim pêş û gunehbarek bê rehm. Min rondik ne barand. Min destê xwe direjî kesekî ne kir. Ez di hindirê xwe de jî ne giriyam. Ji ber ku baweriya min bi qanûnan hebû. Ku wê edeletê bi meşînin. 
 
Lê mixabin ez pêrgî sûcekî din hatim. Ew jî ji ber ku ez bê xem bûm. Bêxemiya min jî sûc hat hesbandin. Nêzîkbûnê min ji mêran re wek ku ez nêzîkî heyîwanan dibim hate şirovekirin. Yê ku ez dadrizandim j zehmet nekir ku bi çavekî rastiyê li bûyerê binêrê.Di dema bûyerê de û ji bo ku ez xwe biparizim tenê neyînokên min yê dirêj û gelek hişk û tûj hebûn.
 
Ew kesên ku li benda edaletê Ne çiqas bi hêvî ne! Piçek dudilî jî ne ket dilê wî ku bizanibê destên min ne hişkin wek destên leyîstokvanên kolmvanan. Ev welatê ku te heskirina wê di dilê min de çandî, tu caran ez ne xwestim. Ji ber ku dema ez di bin lêdanên dadpirsan de bûm, digrîyam gotin û sixêfên herî ne baş min dibhîst. Min kesek li derdora xwe ne dît ku destekê bidê min. Dema min li ser xwe nîşana dawî ya xweşkbûnê rakir û min porê xwe kurkir ez bi 11 rojên hatim xelatkirin. .
 
Dayika min a hêja şolîh
 
Hêvî dikim ku tu negrî dema ku tu niha van gotinan dibihîzî. Di roja yekê de dema ku yê polîs ez ceza kirim, ji ber neyînokên min bû. Min fam kir ku xweşikbûn û bedewbûn ne ewqas tê daxwazkirin û ne tiştekî balkêş e. Di vê demê de; ne bedewbûna pergalan, ne jî bedewbûna raman û xwestekan, ne jî nivîsên destan yên xweşik, ne jî xweşikbûna çavan û dîtinan û ne jî xweşbûna dengê bedew...
 
Dayîka min a hêja; ramanên min hatin guhertin. Tu ne perpirsiyarê vê yî. Gotinên min bi dawî nabin. Min nivîsên xwe tevahî dane kesekî. Dema ku ez werim bi darvekirin, bêyî ku ti bizanibî û amede bibî, Wê bide te. Min gelek nivîs ji te re hiştine. Nivîsên ku min bi destên xwe ji te re nivîsandine ji bo ku bibin bîranînên min gel te ne.
 
Lê belê berî ku ez bimrim, ez tiştekî tenê ji te dixwazîm, divê ku vê xwestekê bi tevahî hêza xwe û bi her awahî ji min re pêk bînî. Bi rastî ev tişt ew e ya ku tenê ez ji vê dinyayê û ji we û ji welatê xwe dixwazim.
 
Dayika min  a dilovan tişta herî girîng di jiyana min de ew e ku ez naxwazim di bin axê de birizim û bihin bi min bikevê. Ez naxwazim çav û dilê min yên ciwan bibin toz û ax. Ji bo vê rica û hêviya min ew e ku hun her tiştî amede bikin. Dema ku min darve bikin, hun dilê min, gurçikên min, çavên min, hestiyên min û her endamekî min ku were çandin, ji dûrî canê min bidin diyarî ji bo mirovên ku pêwîstiya wan bi van endaman hebin. Ez naxwazim yê ku endamê min bigihiyê navê min bizanibe û ne desteyek gul ji min re bikire û ne jî ji min re dua bike. 
 
Bi rastî naxwazim ku tirbeke min hebê ku tu timî werî ser. Tê biqehrê û tê bigrî. Ez naxwazim ku tu cilên reş li xwe bikî. Hewlbide ku tu rojên min ê zehmet ji bîr bikî û min bidî bayekî bihêz ku min dûr bibe. 
 
Vê cihanê ji min hesnekir. Ez teslîmî qederê nabim. Mirinê hemêz dikim, ji ber ku di dadgeha yezdan de ez ê dadpirs, dadre û dadrêzên dadgeha bilind di welat de gunehbar bikim û kesên kû li min didan. Van mirovan tevahî şêwazên ku min pê aciz bikin û bêşînin bi kar di anin... Di cîhana din de ez û te em ê derdoran gunehbar bikin û wê ji derî  me hemû bibin gunehbar. Ka bihile em bibînin, ka xwedê çi dixwazê. Ez ji te hesdikim."