Gulnaz Karataş ya li pey xwe gelek Şîlan û Berîtan hişt

  • 09:26 24 Cotmeh 2017
  • Portre

SÊRT - Gulnaz Karataş ku li Tirkiye û Kurdistanê ji bo hezaran jinî bû çavkaniya îlhamê û bi hezaran zarokên piştî wê hatin dinê navê wê girtin, li ser jinan şopek kûr hişt. Berîtan ku di têkoşîna jinan a kurd de  rola pêşeng lîst, ji bo gelek zarokên keç navê xwe hişt.

Gulnaz Karataş a bi navê Berîtanê tê zanîn, di salên lîseyê de tu carî neheqî qebûl nekir û dem hat bû hêvî û pêşeroja erdnîgariyekê. Fermandara Azadiyê Berîtan yekem car di sala 1989’an de dema ji bo xwendina zanîngehê çû Stenbolê û tevlî Newrozê bû, têkoşîna kurd nas kir. Berîtan a demek kurt li Stenbolê ma di faliyetên meşand de navê Şîlanê bi ka ranî. Berîtanê li her taxê, li her malê şopa xwe hişt û li pey xwe gelek Şîlan û Berîtan hişt. 
 
Li Stenbolê navê zarokên keç Şîlan e
 
Kesên Berîtanê nas dikin, diyar dikin ku ew gelek di bin bandora îrade, serkeftin, cesareta wê de mane. Berîtan a ku bandor li ser hemû kesên pê re faliyet meşandiye hiştiye, bi têkiliya xwe ya jinan jî eleqeyek mezin dît. Piraniya jinên ji wê bandor bûn navên keçên xwe kirin Şîlan. 
 
Têkoşîna Berîtanê bû xeta jinên kurd
 
Di demeke ku axaftina kurdî qedexe bû û jinan nikaribûn li hev kom bibin, Berîtanê ji jinan re têkoşîna jinan vegot û pirtûk xwend. Jin ji bo Berîtanê her tim girîng bûn û di asta ewil de dihatin.  Berîtan yek bi yek bi jinan re eleqeder dibû û  heta fêm bikirana ji wan re pirtûk dixwend. Jinên ku Berîtanê dest da wan, di têkoşîna kurd de bi bandortir bûn. Rihê têkoşer ê Berîtanê  bû xeta jinên kurd ya li Stenbolê.
 
Lehengek bi navê Şîlanê tê nasîn
 
Berîtan bi salên xwe yên fermandariyê bi sînor nema û li Stenbolê qehremaneke bi navê Şîlanê tê nasîn e. Her kesên wê nas dikin hîna jî wê vedibêjin. Tevlîbûna herî mezin a ji bo grevên birçîbûnê wê pêk anî. Ji bo jin pêş bikevin û tevlî têkoşînê bibin her tim bi jinan re dihat cem hev. Jinên wê demê li Stenbolê bi Berîtanê re man dema zarokên xwe mezin dikirin, behsa Berîtanê dikirin. Berîtan beriya tevlî PKK’ê bibe hatibû binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hatibû û hat girtin. Tevî ku kesan li ser îfade dabûn jî, sekna bi biryar ya Berîtanê bandorek mezin kir.
 
Bi tilîliyan bersiv da mirinê…
 
Berîtan piştî ji girtîgehê derket tevlî PKK’ê bû û vê carê bû lehenga çiyayan. Berîtan bi destgirtiyê xwe re tevlî PKK’ê bû û bû hêviya gel. Di 1992’an de wek fermandara komê çû Şemzînanê. Di 25’ê cotmeha 1992’an de  di  şerê Başûr de  ji bo tîma xwe biparêze xwe feda kir. Berîtana bi tena serê xwe  şer kir û tîma xwe  parast. Heta guleya xwe ya dawî şer kir û çeka xwe parçe kir û bi tilîliyan xwe ji zinaran de avêt.