Fatma Ersoz: Gurbetellî hîna li qadan têkoşînê didomîne

  • 09:11 7 Cotmeh 2017
  • Portre
Melîke Aydin\Gulîstan Azak
 
ELEZÎZ\AMED - Gurbetellî Ersoz ku 20 sal berê jiyana xwe ji dest da bi mîrateya ku ji jin û rojnamegeran re hişt, dilê xwe nexşî dilê jinan dike. Dayika wê Fatma Ersozê got: “Gurbetellî hîna li qadan têkoşîna xwe didomîne.” Rojnamegerên jin jî diyar kirin ku wê bibin şopdarê mîrateya ku Gurbetelliyê ji wan re hiştiye.
 
Gurbetellî Ersoz ku di salên 90’î de Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bû, wek yekem gerînendeya jin a Tirkiyeyê derbasî dîrokê bû. Gurbetellî li dijî zextên li Kurdistanê zêde bûn, wek amûra parastina cewherî pênûnsa xwe bikar anî û piştre tevlî PKK’ê bû.
 
Gurbetellî di 8’ê cotmeha 1997’an de li Başûrê Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
 
Fatma Ersoz ku du zarokên xwe di şer de wenda kir, keça xwe Gurbetellî ji JINNEWS’ê re vegot.
 
‘Herî zêde dewletê em nerehet kirin’
 
Fatmayê diyar kir ku dema bavê wê li Elmanyayê dixebitî di sala 1965’an de navê keça xwe ya li zozanan hatiye dinê Gurbetellî danîne û piştî Gurbetelliyê li gund dibistana seretayî qedandiye barkirine Edenê.
 
Fatmayê ev tişt anî ziman: “Bavê min mele bû. Ez neşandim dibistanê. Min kir înat û zarokên xwe şand dibistanê. Bavê wê li Elmanyayê ez li vir bûm. Ji ber ku dibistana seretayî tunebû ez çûm Edenê. Dewletê her tim em nerehet kirin. Gurbetellî jî her tim li dijî vê yekê bû. Gurbetelliyê dibistana lîseyê a şevborîn xwend. Piştre li zanîngeha Kafkasê xwend.Bavê wê destûr neda loma sala din dîsa ket ezmûnê û zanîngeha Çukurovayê ya Edenê beşa Kîmyayê qezenc kir.”
 
’14 rojan di îşkencê de ma’
 
Fatmayê bi lêv kir ku piştî komkujiya Halepçe û Çernobîlê, di mijara ‘derdor û enerjiyê’ lîsansa bilind kiriye û wiha berdewam kir: “ Gurbetellî dema peywirdara lêkolînê bû çû Îzmîrê û piştî salekê çû Mersînê û li wir bi endamtiya PKK’ê hat binçavkirin. 14 rojan îşkence lê kirin. Dema çûm cem wê nikaribû li ser piya bisekiniya. Wê şevê derket dadgehê. Hat girtin û şandin Meletiyê. Du salan girtî ma. Piştre derket û xurtir bûbû.  Piştî ji girtîgehê derket polîsan li Edeneyê ew heta malê dişopand. Gurbetellî li ser vê çû Stenbolê û di rojnameya Ozgur Gundemê de xebitî.”
 
Kelecana Gurbetlliyê…