Anne Frank her tim 16 salî ye…

  • 09:03 11 Hezîran 2019
  • Portre
Sîbel Ozalp
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Anne Frank ya yek ji kesên navdar ya Qirkirina Yahudî û Duyemîn Şerê Cîhanê de dema mir 16 salî bû. Anne ku xwedî rojnîvîska herî bi bandor ya wek belgeyekê bû, di 12’ê Hezîrana 1929’an de hat dinê. Îro 90’emîn rojbûna Anne ye. Lê Anne her tim 16 salî ye.
 
Anne Frank ku navê wê yê rast Annelîese Marîe Frank e, yek ji zarokên Yahudî yên li Holokostê jiyana xwe ji dest daye. Di duyemîn şerê Cîhanê de Adolf Hîtler li Naziya Elman li dijî Yahudiyan qirkirin pêk anîn. Mirovên kirin kole li kampan bi cih kirin û 6 mîlyon kesî jiyana xwe ji dest dan. Anne Frank ya bû sembola zarokên jiyana xwe ji dest dan, rojnivîskek bi bandor li pey xwe hişt. Piştî şer rojnivîsk bi gelek zimanî hat weşandin. Li hemû cîhanê li gelek dibistanan xistin mufredatê.
 
Piştî dagirkirina Nazî barkirin Amsterdamê
 
Di 1933’an de piştî Nazî li Elmanyayê bûn desthildatdar malbata wê koçî Amsterdamê kir. Malbata wê li wir şîrketa ku rîçal çêdike a Opekta ava kir. Elmanan di 1940’î de Amsterdam dagir kir û Holanda jî hat dagirkirin. Yahudiyên wir jî wek yên Elmanyayê hatin binpêkirin. Anne bi xwişka xwe Margot re li dibistanek Yahudî dest bi perwerdeyê kir.
 
Yekem dîroka ku dest bi nivîsê kir:14’ê Hezîrana 1942'an
 
Ji ber zextên Nazî yên li Hollandayê malbatê keçên xwe veşartin. Di 13 saliya xwe de dest bi rojnivîska xwe kir.Yekem nîvîsandina xwe di 14’ê Hezîrana 1942’an de nivîsî. Kaxizek ji xwişka wê Otto re hat ku biçe kampa komkirinê ya Elmanyayê. Ji ber vê malbatê ew veşartin û heta 4’ê Tebaxa 1944’an ev berdewam kir.
 
Anne xaniyê ku xwe tê de vedişartin wek ‘odeya veşarî’ bi nav kir û di nava demê de malbatên ku hatin wir jî di rojnivîska xwe de nivîsî. Anne dixwest bibe nivîskar û rojnameger. Anne her çû xwe di nivîsandina rojnivîskê de pêş xist. Anne di pêvajoya ku xwe veşar de Fransî jî fêr bû.
 
Bi ser ‘Odeya veşarî de’ girtin
 
Di 4’ê Tebaxa 1944’an de bi ser Odeyên Veşarî de hat girtin û yên xwe veşartibûn hatin girtin û birin Kampa Komkirinê ya Westerborkê. Di 3’ê îlona 1944’an de jî birin kampa îmhakirinê Auschwîtz e. Anne û xwişka wê Margot ji ber ciwan bûn ji bo xebatê hatin hilbijartin û di meha cotmehê de birin kampa Bergen-Belsen a Bakurê Elmanyayê.
 
Ji ber Tîfusê jiyana xwe ji dest da
 
Li wê kampê nexweşiya Tîfusê dest pê kir û bû sedema mirina 17 hezar kesî. Anne û xwişka wê Margot di Adara 1945’an de, çend hefte beriya ku Yekîneyên Îngîlîz kampê azad bikin jiyana xwe ji dest dan. Dayika wan jî di Çileyê 1945’an de li Auschwîtz jiyana xwe ji dest da.
 
Rojnivîska Anne, bi navê ‘Rojnivîska Anne Frank’ hat çapkirin. Xaniyê ku tê de xwe veşartibû jî veguhertin muzeyê. Rojnivîska Anne ku di 1947’an de hat çapkirin ewil 150 hezar hat çapkirin û ji 60’î zêdetir li zimanî hat wergerandin. Pirtûka wê li şanoyê jî hat wergerandin. 
 
Nîşandana herî xweş a cîhana hundir a Anne Frank
 
Nivîsa wê ya rojnivîskê ; Di demên wisa de jiyan zehmet e: Hêvî, xeyal û hedefên mirovan ji ber rastiyên jiyanê yên çavsor parçe dibin… Ne pêkan e ez jiyana xwe li ser kaos, êş, mirinê ava bikim. Ez dibînim ku cîhan her diçe hov dibe; Wê rojekê me jî tune bike, ez dengê vê dibihîzim; ez êşkişandina mîlyonan kesî hîs dikim,’ cîhana dilê Anne Frank baş nîşan dide.