Evîn Buldan 2 sale ji nav me veqetyaye: Tu hêz nikare pêşî li pênûsa heqîqetê bigire

  • 09:12 2 Nîsan 2019
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Evîn Buldan ku bi gotina ‘Tu hêz nikare pêşî li pênûsa heqîqetê bigire’ mîrateya ji Gurbetellî girt û xebatên xwe meşand, du sal e ji nav me veqetyaye.
 
Ekîdora rojnameya rojane ya Kurdî Rojeva Medya ku bi KHK’ê hatibû girtin, Evîn Buldan di 2’ê Nîsana 2017’an de berbi êvarê li ber mala xwe di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Evîn ya 27 salî jiyana wê li dijî surgun, komkujî û zextan di çand û ziman de israr kir.
 
Evîn di sala 1990'î de li navçeya Gevera Colemêrgê hat dinê. Malbata Evîn a ku biraziya karsazê kurd Savaş Buldan ê ku di salên 1990'î de ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin, ji ber zextên dewletê di sala 1994'an de koçî başûrê Kurdistanê dike. Evîn a ku di zarokatiya xwe de bi malbata xwe re kampên penaberan nas kir û kamp bi kamp geriya, herî dawî li Kampa Mexmûrê bi cih bûn. Evînê li Başûr li Zanîngeha Selahaddîn beşa Radyo Televîzyonê qedand, piştre li axa xwe ya ku ji ser hat sirgûnkirin vegeriya û bi salan rojnamegerî kir. Evînê piştî ku vegeriya di sala 2011'an de hat Amedê û li rojnameya rojane û xwerû bi kurdî Azadiya Welat dest bi rojnamegeriyê kir. Piştî ku Azadiya welat bi KHK'ê hat girtin Evînê li rojnameya Rojeva Medya dest bi edîtoriyê kir. Evîn a ku ji ber zextên dewletê di 4 saliya xwe de bi malbata xwe re hat koçberkirin û li sirgûnê mezin bû dewlemendiya zimanê kurdî bi pênûsa xwe ya bi hêz ji çapemeniya Kurd re mîras hişt.
 
Pênûsa Gurbetellî li erdê nehişt
 
Evîn di hevpeyvîneke ku di 7'ê Cotmehê di roja Rojnamegerên Kurd de di 2016'an de daye wiha dibêje: "Gubetellî ji bo rojnamegerên kurd mirasek hişt û nîşanî me da ku divê em di rojên dijwar de çawa li ber xwe bidin. Gurbetellî di heman demê de nîşanî me da ku rastî di tariyê de namîne û ber xwedaneke mezin tê dayîn. Em ê jî pênûsa Gurbetellî li erdê nehêlin û tu hêz nikare li dijî pênûsa ku heqîqetê dinivîse bibe asteng."
Îro rojnamegerên jin bi pênûsa ku ji Evînê girtine li dijî girtin, tundî û tehdîdan têkoşînê didin.