Nûda bû şopdara Nûda Karker

  • 09:02 17 Adar 2019
  • Portre
Ronahî Nûda
 
HESEKÊ - Nûda Gûlbahar, her tim bi rûkenî û dilnizmiya xwe dihat nasîn. Ew jî bû şopdara Nûda Karker. Nûda Gûlbahar ew jî yek ji wan jinan bû ku li hember pergala desthilatdarî serî rakir û tevlî nav refên têkoşîna azadiyê bû.
 
Nûda Gulbihar di sala 1991’an de li Bîrecîka Rihayê ji dayik dibe. Nûda di malê de jî bi dilnizmiya xwe dihat nasîn. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû. Ji bo wê Nûda di malê de jî hevalek gelek qewîm bû. Nûda heta pola nehan dixwîne û bi xwesteka xwe dev ji dibistanê berdide. 
 
Nûda û dayika wê hevalên hevdû bûn
 
Nûda û dayika xwe gelek ji hevdû hez dikirin, deqeyek nikaribûn bê hevdû bimînin. Nûda qedrê dayika xwe gelek digirt. Bê ku bizanibe her tim dayika xwe, weke xwedawendekê didît. Wiha bû kesên têkiliya di navbera wan de mêze dikir, kes nedizanî dayik û zarokên hevdû ne. Yên ku wan  nas nekira digotin qey hevalên hevdu ne. Têkiliya wan bandor li ser hemû kesan dikir û weke mînak ji xwe re digirtin. Hemû kar bi hev re dikirin. Bi saetan sohbet dikirin. Nûda di dilê dayika xwe de gelek cuda bû. Ji ber ew ji ewladekê zêdetir hevala wê bû. Dema  Nûda  ji bo dayika xwe û hemû dayikên ku zextan dibînin, bîryara tevlîbûnê dide û di dawiya 2010’an de tevlî nav refên têkoşîna azadiyê dibe.
 
‘Nûda Karker ji bo min mînak e’
 
Nûda Gulbihar dema tevlî nav refên têkoşîna azadiyê dibe dixwaze navek ji bo xwe hilbijêre, ewqas dilnizm e ku heta navê xwe nikare bi xwe hilbijêre ji hevalan re dihêle. Çend roj heval Nûda dişopînin û nêzîkatiya wê dişibînin Nûda Karker. Piştre dibêjin: “Me ji bo te navek dît” Nûda jî gelek meraq dike gelo navê wê dê çi be? Navê Nûda Karker didin Nûda. Nûda bi vê yekê gelek kêfxweş dibe. Sond dide û dibêje: “Ez ê her tim layîqî navê xwe derkevim.” 
 
'Hevaltiya Nûda her tim mînak bû'
 
Ji hevalê Nûda nasdikin Yildiz Colemerg wiha qala Nûda Gulbihar dike: “Cara yekem jî mirov Nûda nas bike tu caran nikare ji bîr bike. Ji ber ew gelek ji dil û hevaltiya wê gelek qewîm bû. Hevala Nûda biçe ku derê bê ku mirov nas bike dil germbûyina wê dihişt ku mirov nêzî rêheval Nûda bibe. Ew germahiya dilê wê xwe bi kenê xwe nişanî herkesî dikir. Cihê ku Nûda lê ba li wir dilşiketin tune bû. Her tim ji bo hevalên xwe mînak bû, ji ber wê jî di nava hevalên xwe de tu car nayê jibîrkirin.”
 
‘Kenê wê dişibe azadiyê’
 
Yildiz bal kişan ser kenê heval Nûda û wiha berdewam kir: “Kenê heval Nûda, ji dil de bû, bi hemû hucreyên xwe dikenî. Kenê rêheval Nûda dişibiya azadiyê. Azadî tiştek ku mirov nikare îfadeyê lê bar bike, lê belê mirov dikare bibêje ku rêheval Nûda dema dikeniya, kenê wê dişibiya kenên azadiyê. Mirov bi kenê rêheval Nûda re hemû zehmetî ji bîr dikir. Bi kenê xwe xweşbûyîn dida derdor û bi xweşikbûna xwe re derdor jî xweşik dikir. Gelek durist û ji dil bû, tu caran neheqî  nedipejirand. Wê her tim mafê mirovan diparast. Kenê Nûda hêz dida mirovan.”
 
‘Heval Nûda her tim ji bo me wê bibe mînak’
 
Yildizê bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Di sala 25.04.2017’an de balafirên şer ên Tirkan li Qereçoxê dide li wê Nûda li gel çend hevalên xwe şehîd dikeve. Di destpêkê de me ji şehadeta wê bawer nekir, ji ber ew di nava jiyanê de zindî û herikbar bû ji bo wê jî nedihat hişê me rojekê ew û jiyan ji hev bibin. Dibe ku şehîd ketiye lê belê ew jî wek hezaran şehîdên me her tim dijî. Xeyalên ku pê xwe hiştiye, em ê jî wek Rêhevalên wê her tim li pê şopa wê bin. Dema me heval Nûda veşert, me nehişt ku bêr li mezelê wê bikeve, me bi destan ser bedena wê ya narîn tije axa sar kir. Heval Nûda her tim ji bo me wê bibe mînak. Em tu caran hevaltiya wê ji bîr nakin û em sozê didin ku em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wê ya ji bo azadiyê derkevin."