Herikîna ciwan û karkeran a ji hundir ber bi derve

  • 09:02 20 Kanûn 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Rastiya penaberiyê naşibe tu tiştî. Gelê Mexmûrê her tim bi hêviya vegera axa xwe jiya. Ev jî girêdayê nirxên welatparêziyê bû. Ji bo Mexmûriyan her bihar vê hêviyê dihewîne. Gelê Mexmûrê ji bo nasnameyek azad, zimanekî azad di eniya pêş a têkoşîna Gelê Kurd de cih girt. Bêguman bandorên koçberbûnê li ser karakterên mirovan jî hene."
 
Berwar Avent
 
Di 2005’an de li ser hewldan û têkiliyê komîteya têkiliyên derve ya meclîsa kampê ciwanên ji lîseyê mezun bûn, li Hewlêrê ji bo Zanîngeha Selahaddînê hatin qebûlkirin. Ciwan ketin ezmûnê û li gorî encamê li zanîngehê hatin bicihkirin. Xwendekarên di şertên giran de lîse xwendin li Başûrê Kurdistanê bi xwendekaran re hatin gel hev têkilî danîn. Xwendekar bi hişmendî û çanda ji kampê girtin li zanîngehê bi zîhniyet û çanda Başûr e hatin rû hev. Heta 2019’an qeydan berdewam kir û ji vir şûnde ji aliyê Mesrur Barzanî ve qeyd hatin rakirin.
 
Ciwanên Mexmûrê dema diçûn zanîngehê wekê nû dest bi dibistanê bikin bûn. Ji ber mufredat ji ya hikûmeta Kurdistanê ya Federal pir cuda bû. Perweda li Başûr di esasa zîhniyeta dewletparêz de bû. Li zanîngehê ‘ji fêmkirinê wêdetir çi bê dayîn hûnê wê fêr bibin’ dihat ferzkirin. Mirov dikarin robot û nedihişti lêpirsîn bê kirin. Qebûlkirina ciwanên Mexmûrê a ji bo Zanîngeha Hewlêrê jî bi armanca ku nav xwe de bihelînin bû. Ciwanên Mexmûrê jî ji ber vê sar dibûn. Tevî puanên herî baş digirtin tu carê nedihatin nîşandan.
 
Ji ber vê ciwanên Mexmûrê mekanîzma parastina xwe zêde dikir, yekitiya xwe xurt dikirin. Ciwanên Mexmûrê ne tenê di xwendinê de zehmetiyan dikişandin. Di warê jiyanê de jî li cihekî weke Hewlêrê rastî gelek zehmetiyan hatin. Cara yekem bû ku ji kampê derdiketin, ji jiyana bajêr pir nedizanîn. Ne ewqas hêsan bû ku ji kolektîfîzma Mexmûrê derkeve û ji nişka ve xwe bi jiyana bajarî ku ferdperestî di lûtkeya xwe de bû biguncîne. Ziman, hawîrdor, jiyan, her tişt ji wan re nû xuya dikir. Vê yekê bi xwe re jiyanek nû anî. Tenê hişmendî û hesta yekitiya neteweyî bû alîkar ku xwe li Hewlerê bigirin.
Tevî hemû nêzîkatiyên hikûmeta PDK'ê jî îdia kirin ku dibistana serketî qedandine. Ciwanên Mexmûrê li dijî pergala dewletparêz, kapîtalîst her tim bûne xwedî refleksa xweparastinê. Ger yekî ji wan hinekî tawîz bidaya an jî di jiyana xwe de guhertinên neyînî çêbikira, ji aliyê hevalên xwe ve dihat rexnekirin û ev yek nedihat qebûlkirin.
 
Ciwanên xwendekar yên kampê bi fikr û rêxistibûnê mewziya girîng a têkoşînê ya Başûr bû. Feraseta têkoşînê dibirin Başûr. Ji ber vê bi astengî û zextan re hatin rû hev. Bi vê jî sînor nediman bi pere, polîtîkayên nebaş re hewl didan ciwanan bê bandor bihêlin. Ev rêbaz bi demê re bi bandor bibûn. Hinek ciwan ji bo qezenckirina pere, ji bo bibin karmend ketin hewldanan. Malbata Barzanî pêkanîn giran kir û yên li gorî wan tevnedigeriyan ji dibistanê davêtin. Xwendin tenê li gorî rêbazên asayîşê pêkan bû. Tevî hemû zext û êrİşan ciwanan xwe pêş xistin û gavên girîng avêtin.
 
Yek ji potansiyeta din ya ciwanan ji bo dîtina kar derketina derve bû. Ji ber zextan derfet jî bi sînor bibûn. Karkerî tenê bibû deriyê aboriyê. Ji ber vê her ksî karê înşat, çandinî û paqijiyê dikir. Qada kargeriyê hebû û ev jî ji bo qezenckirina pere bû.
 
Gelê wargehê tu carî dest ji avakirina jiyaneke nû berneda. Her tim bi saziyên xwe siyasetek aktîf meşand û ji bo avakirina jiyana demokratîk xebatên xwe dimeşîne. Bi hêza ku ji ramana Abdullah Ocalan girtiye jiyana xwe birêxistin kir û bi pergal kir, ezmûna xwe ya 30 salan ji gelên herêmê re anî û bi hişmendiyeke dîrokî têkiliyên xwe li ser vê fikrê ava kir. Lê gelê Mexmûrê nikare hêza xwe ya potansiyela xwe weke qada herî girîng û bi bandor a têkiliya bi cîhana derve re têra xwe bikar bîne. Di bicihanîna erka xwe ya temsîlkirina helwesta siyasî, ferzkirina şêwaza jiyana xwe û li ser vê bingehê di navbera mirovan de bibe pirek zehmetî dikişîne. Lê belê tevî nêzîkatiyên astengker ên hêzên desthilatdar, bi rol û berxwedana ku li herêmê dilîze, bûye xwedî navûdeng. Her wiha bi komên weke Asûrî, Suryanî, Keldanî, Êzidî û Şebek ên herêmê re têkilî danîn û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dan destpêkirin. Xwe bi pergala demokratîk a ku ava kiriye re kiriye muxatab û di gihandina jiyana nû ya gelên herêmê de rola pirekê girtiye ser milê xwe.
 Tevî her tiştî li hêza kar vegerîn…
 
Rastiya penaberiyê naşibe tu tiştî. Gelê Mexmûrê her tim bi hêviya vegera axa xwe jiya. Ev jî girêdayê nirxên welatparêziyê bû. Ji bo Mexmûriyan her bihar vê hêviyê dihewîne. Gelê Mexmûrê ji bo nasnameyek azad, zimanekî azad di eniya pêş a têkoşîna Gelê Kurd de cih girt. Bêguman bandorên koçberbûnê li ser karakterên mirovan jî hene. Rastiya gelêrî li vir ji aliyekî ve geşbîn e, bi wijdanî, bi karakterê xwe mutewazî û kolektîf e, li aliyê din jî hestiyar û serhildêr e. 
 
Di encamê de gelê Mexmûrê gelek êş kişandin. Hem ji aliyê hêzên herêmî û hem jî ji aliyê hêzên navneteweyî ve rastî êrişên giran hatiye û hê jî berdewam dike. Gelê ku di van şert û mercên dijwar de jî dest ji berxwedana xwe berneda, li vir tu carî dest ji avakirina jiyaneke nû berneda.