Ji bo zarokên xwe yên astengdar jiyaneke bêasteng dixwazin

  • 09:04 21 Tîrmeh 2024
  • Jiyan
Pelşîn Çetînkaya - Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Malbatên ku zarokên wan yên astengdar hene, diyar dikin ku ji bo zarokên wan di alî perwerde, jiyana civakî de qad tunene û got divê qada jiyana bê asteng ji bo zarokên wan bê vekirin.
 
Di Pergala daneya Astengdarên Neteweyî de ji sala 2021’ê şûnde hejmara welatiyên astengdar 2 mîlyon 511 hezar û 950 ye. Lê tê texrmînkirin ku ev hejmar hîn zêdetir. Li Amedê tê texmînkirin ku nêzî 220 nifûsa astengdar heye. Tevî vê nifûsa zêde welatiyên astengdar, bêderfetiyan dijîn.
 
Jinan derbarê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
Divê dewlet ji bo astengdaran tiştekî bike
 
Ozgur Kilavuz da zanîn ku zarokê yê 18 salî yê astengdar heye û got zarokê wê ji ber nexweşiyê ji wê û derdora wê re pirsgisrêkan derdixe û got: “Divê rayedar ji bo astengdaran tiştekî bike. Zarokên min ji ber nexweşiya xwe pirsgirêkan dijîn. 4 zarokên min hene. Nexweşiya vî zarokê min bandor li yên din jî dike. Dibistan û rehabîlîtasyon hene. Lê li wir çend saetan perwerdê didin. Navenda jiyana bê asteng heye. Ew jî salek du sale me dest pê kiriye. Li wir hefteyê 4-5 rojan pewerde tê dayîn lê ev daxistin 2 rojan.  Xwarinên zarokan jî beriya hilbijrtinê hatin birîn. Ez ji malê amade dikin. Ez ji dewletê hinek tiştan dibêm. Ji bilî bez û perwerdê alîkariyek din nayê kirin. Ez dixwazim dengê min bigihêje desthilatdariyê.”
 
‘Divê ji bo astendgdaran qad bê vekirin’
 
Ozgurê destnîşan kir ku zarokê wê hîperaktîfe, ji ber vê dixwaze aktîvîteyan bike û got: “Aboriya me nebaşe. Ji ber vê em nikarin vê bikin. Ji ber qad tune ne ez zarok pêş nakevin. Zarokên min her dixwaze bigere, aktîvîteyan bike. Rewşa me nebaşe. 3 zarokên min yên din hene. Em dixwazin ji bo van zarokan qad bê vekirin. Zarokê min ji kompîtûrê hez dike. Em dixwazin qurs bên vekirin.”
 
Ji bo astengdaran perwerda zanîngehê tuneye
 
Zuleyha Bîlge jî anî ziman ku 4 zarokên wê hene du keçên wê astengdarin û wiha pê de çû: “Keça min lîse qedandiye. Lê ji bo astengdaran li zanîngehê beş tune ye. Ji ber vê li malê rudine. Nikare tenê biçe tu derekê. Her tim divê kesek ligel be. Ez her tim ligel wa me. Tenê bimînin winda dibin. Ew jî li malê tengezar dibin. Ligel zarokan jiyana min jî zehmete.  Mînak rapora zarokan diqede divê em biçîn nû bikin. Divê em li çend beşan bigerin. Barê me giran e.”
 
'Ji bo astengdaran derfetan avabikin'
 
Jina bi navê Hatîce Budak jî diyar kir ku keça wê astengdare û ji ber vê jiyana wan û keça wê zehmete. Hatîceyê daxuyakirin ku divê qadên perwerdê zêde bin û got: “Li malê pir diaxive. Dixwaze derkeve derve. Lê her tim ez nikarim bibim derve. Dixwaze serê sibê zû bikeve serşoyê. Ez nikarim. Ez carnan pê re nagihînim. Zaroka min ya 11 salî ye. Qet pê nake. Zarokên min yên din jî jê bandor dibin. Divê ji bo astendaran derft bên afirandin, zêdekirin.”