Ji bo mirov ziman û netewe her tişt e

  • 09:02 20 Tîrmeh 2026
  • Ji Pênûsa Jinan
Têkoşîna Kurd sedsal in ji bo ziman û çanda resen berdewam dike.  Bêrîvan berî zimanê erebî fêrî tîpên Kurmancî dibe. Bêrîvan Fakûlteya Wêjeyê ya Fransî qedandiye. Lê girêdana wê bi zimanê wê yê dayikê re hişt ku xwe di zimanê kurdî de xurt bike. Rêwîtîya Bêrîvan a ziman û têkoşîna wê ya bê navber her didome. Bêrîvan Beyar niha jî di servîsa Kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Hawarê de dixebite.  
 
Hêlîn Asmîn 
 
Di dirêjahiya sedsala borî de, Kurd li çar beşên Kurdistanê bi siyasetên qirkirin, koçberkirina bi zorê û asîmîlasyonê re rû bi rû man. Dagirkerên Kurdistanê, bi armanca têkbirina nasnameya Kurdan, polîtîkayên zext û tecrîdê meşandin. Zimanê kurdî qedexe kirin. Navên gund, bajar û cihên dîrokî guhertin û gelek malbat mecbûr kirin ku ziman û çanda xwe ji zarokên xwe re neguhesînin. Her çend armanca van siyasetan tunekirina nasnameya kurdî bû, lê Kurdan jî, bi berxwedanê û berdêlên giran çand, ziman û dîroka xwe parastin. 
 
Li Rojavayê Kurdistanê ku parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye, beşek mezin ji van siyasetên li ser Kurdan ji aliyê rejîma Baasê ve hate rêvebirin. Hikumeta heyî jî hewl dide heman siyasetê bidomîne. Di van şert û mercên dijwar de, Kurd bi awayên cuda xwedî li ziman û çanda xwe derketin û rê nedan werin helandin. Yek ji wan kesan Bêrîvan Beyar e ku di jiyana xwe ya rojane de û di xebatên  xwe de bi  zimanê dayikê diaxive. Bi zimanê dayikê dinivîse û jiyana xwe didomîne.  
 
Rêwîtîya wê li gundekî paşguhkirî destpê dike
 
Bêrîvan Beyar li gundê Silinder ê girêdayî bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê mezin bûye. Silinder her çiqasî gundekî biçûk be jî lê bi çanda xwe ya Kurdewarî ve girêdayî ye. Sedema vê yekê ew e ku qederekê ji bajar dûr e, lewre jî sîstema kapîtalîzmê bandor lê nekir. Gund ji aliyê dewletê ve hatibû paşguhkirin, dibistan lê nehatin vekirin û xizmetên din lê nehatin vekirin. Ji ber vê yekê gundî neçar diman zarokên xwe bişînin dibistanên gundên derdorê an jî bajar. Rêya çûn û hatinê jî bi taybetî di zivistanê de ji ber herî û baranê pir dirêj û zehmet bû. Ji ber van şert û mercam hejmarek zêde ya gundiyan hinek zarokên xwe yên kur tenê dişandin dibistanan. Lê şandina keçan a dibistanan sînodar bû. 
 
Dema tevgera bîrdoziya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi rêbertiya Abdullah Ocalan dest pê kir û belav bû, malbata Bêrîvanê wekî malbatên din ên Kurdistanê piştgirî da tevgerê û bi germî pêşwaziya kadroyên wê kir. Kadroyên tevgerê ku bi kelecan û hezkirin derbasî malê dibûn, civîn ji gundiyan re çêdikirin, ramanên tevgerê bi wan didan nasîn û rewşa siyasî ji wan re şîrove dikir. Zarokan jî fêrî zimanê Kurdî, şano û govendê dikir. Bêrîvan jî ji 5 saliya xwe kesayetek mereqdar bû, bi germ û coş nêzî dibû û tev li civînan dibû. Bi eşq dixwest fêr bibe. Hîna neçûbû dibistanên rejîmê û fêrî zimanê erebî nebibû, ji aliyê kadroyên partiyê fêrî bikaranîna pênûsê dibe. Bi meraq û hezkirinê ber bi tîp û peyvên kurdî ve çû. Li ser pelên spî yekem xetên xwe dikêşand, bi kêfxweşî li wan dinihêrî û hewl dida ku her roj tiştekî nû fêr bibe. Li gorî ku ew dibêje, pênûs ne tenê amûrek ji bo nivîsînê bû, lê deriyek bû ku wê bi cîhanek nû re didan nasîn. Di civînan de bi baldarî guh dida waneyan, dipirsî û bi meraq li bersivên wan guhdarî dikir. Her gotinek nû ku dibihîst, di bîra xwe de diparast û dixwest wateya wê baştir fam bike. Ev meraq û hezkirina zanînê, ji zarokatiya wê ve bingeha kesayetiya wê ava kir û di dilê wê de hêvî û baweriya siberojê geş kir. 
 
Bêrîvanê hin ji wan kêliyan ku di bîra wê de mane bi van gotinan wan kêliyan bi bîr tîne: "Gelekî kêfxweş dibûn dema heval dihat û digotin zarokan kom bikin em ê civînê çêbikin û we fêrî ziman bikin. Carna ez bi tenê û carna ez û hevala xwe me mal bi mal li deriyan didan û gazî  zarokan dikir. Hinek ji wana şerm dikirin, hinek jî direviyan, hinekî din jî tev lê dibûn. Tê bîra min bi hezkirin û kelecan tev lê dibûn. Hevalan ez fêrî bikaranîna pênûsê kirim û piştî min fêrî tîpan dikir. Dîmenek heye heya niha ji bîra min neçûye; hevalan piştî ders bi dawî kirin, gotin ‘cara bê dersa rastnivîsê heye, wê her yek rabe tîpan binvisîne.‘ Dema dora min hat ji min xwest  tîpa "Î" binîvisîn. Min şaş kir tîpa "Y" nivîsandin. Hemû keniyan."  
 
Bêrîvanê li dij qedexeya ziman derdiket 
 
Dema Bêrîvanê dibe 6 salî, diçe bajar da ku derbasî dibistanê bibe. Lê hewaya bajar û dibistanê cuda ye. Li vir ne bi zimanê wê yê dayikê perwerde tê dayîn. Heval cuda ne, naşibin hevalên wê yên gund. Zimanê erebî nizane. Li vir her tişt biyanî ye. Kurdî qedexe ye. Dar, lêdan û tirs hene. Her çendî daxwaza mamosteyan fêrkirina şagirtan bûya jî, lê nêzîkatiya wan li hemberî xwendekaran hişk bûn. Şagirtên ku wane fêm nekiriba, ezber nekiriba, karê malê bi cih nedanî mehkûmê lêdana bi darê û şiqaman dibûn. Di destpêkê de Bêrîvan di aliyê fêrbûna zimanê erebî, wane û dan û standinên bi derdorê re zehmetî kişandin. Lê bi demê re bi aramî û karînên xwe karibû li ber zehmetiyan bigire û bibe şagirteke serketî ku ji aliyê heval û mamosteyan ve were hezkirin. Li bajar jî ji kadroyên PKK'ê dûr neket. Tevî zextên mezin ên rejîmê jî, mala wan a li bajar ku xwişk û bira lê diman, bibû wekî navenda perwerde û civînan a kadroyên partiyê. Dîsa dem dem bi awayekî veşartî civînên zarokan dihatin lidarxistin û dersên ziman dihatin dayîn. Ev jî kêfxweşî dixist nava wê. Xeyal û hesreta wê ew bû ku rojekê dibistana bi kurdî bibîne. Bêrîvanê digot: "Dema fêrî tîpên kurdî dibûm, min hest dikir ku di her tîpekê de beşek ji nasnameya min heye." 
 
Di dirêjahiya demsala xwendinê de malbata Bêrîvan dibû 2 beş: Beşek ji bo xwendinê li bajar bû û dayik û bav li gund diman. Dûrketina ji dayik û bav heya astekê bandorek neyinî li Bêrîvanê kir, lê her tim li benda wê rojê bû ku dibistan biqede û li gund û hevalên xwe vegere. Dema vedigeriya jî serpêhatiyên xwe yên bajar û dibistanê bi dayik, bav û hevalên xwe yên gund re parve dikir.  
 
Piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî li bajar diqedîne, derbasî fakulteya wêjeya Fransî ya Zanîngeha Furatê ya bajarê Dêrazorê dibe. Piştî 4 salan xwendina zanîngehê diqedîne û dest bi mamostetiya zimanê Fransî li dibistanên hikumetê dike. 
 
Ji netewe û civaka xwe hez dike 
 
Bêrîvan Beyar di nav axaftinên xwe de diyar dike ku her çend rêya xwendina wê ber bi zimanê din ve çû û Fakulteya Wêjeya Fransî qedandibe jî, lê girêdana wê bi zimanê kurdî qet ne qut bû. Bêrîvan Beyar di berdewama axaftina xwe de wiha got; "Di dema xwendina zanîngehê de jî xwendin, nivîsandin û lêkolînên xwe yên li ser zimanê kurdî berdewam kir. Girêdayî vê mijarê Bêrîvan Beyar wiha tîne ziman: "Di wê demê de jî tirsa Kurdan a ji nîjadperestiya Ereban hebû. Ev tiştekî normal e, nemaze piştî serhildana Qamişloyê, zextên rejîmê li ser Kurdan û çandina çanda nefretê ya li hemberî pêkhateyan.