Ji bo Zazakî termînolojiya muzîkê ya hevpar tê çêkirin

  • 12:52 4 Îlon 2026
  • Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin bi beşdariya zimanzan, akademîsyen û lêkolînerên meydanî civînek ji bo berhevkirina termînolojiya muzîka Zazakî li dar xist.
 
Şaxa Parastin û Pêşvebirina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta berhevkirina terimên muzîkê yên Zazakî, nirxandina bikaranînên heyî û hevparkirina wan, di navbera 3-6'ê Îlonê de bi beşdariya zimannas, akademîsyen û lêkolînerên qadê civîneke xebatê li dar dixe. Civîn bi sernavê “Termînolojiya Şaredariyê ya Pirzimanî – Terimên Muzîkê yên Zazakî I” tê lidarxistin.
 
Ji bo Zazakî termînolojiya muzîkê ya hevpar tê çêkirin
 
Di civînê de zimannas, akademîsyen û lêkolînerên qadê yên ji Koma Vateyê cih girtin. Di vê xebatê de ku dê terimên muzîkê yên Zazakî bihên nirxandin bi tevahî 30 kes beşdar dibin.
 
Sermayeya peyvan a Zazakî dê bêt tomarkirin
 
Rêveberê Şaxê Parastin û Pêşvebirina Ziman Tahir Baykuşak diyar kir ku amanca civînê berhevkirina terimên muzîkê yên Zazakî, nirxandina bikaranînên heyî û afirandina termînolojiyeke hevpar e.
 
Baykuşak destnîşan kir ku ji bo qeydkirina sermayeya peyvan a Zazakî—ku di nav zimanên di bin metirsiyê de ye—û veguhastina wê ji bo nifşên paşerojê, xebatên termînolojiyê xwedî girîngiyeke mezin in.