Der barê gumanbarê destdirêjiyê de 25 sal ceza hat xwestin

  • 17:58 20 Tîrmeh 2024
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Konyayê der barê gumanbar M.M ku sê salan destdirêjî li zaorka bi navê S.A kir, 25 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
 
Li Konayayê keyayê taxê M.M sê salan destdirêjî li zaorka bi navê S.A kir û doza ku gumanbar jê dihat daristandin dozger mutala xwe da. Runiştin li 3’emîn Dadgeha Ceza Giran a Konyayê hat dîtin û ji sûcê ‘destdirêjiya li hember zarok’ 25 sal ceza hat xwestin.
 
Heyetqa dadgehê xwest Saziya Tipa Edlî temenê hestiyê S.A bê tespîtkirin û runiştin taloq kir.