Ji Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Eskîşehîrê daxuyaniya paşnav

  • 18:27 16 Tîrmeh 2024
  • Hiqûq
 
ESKÎŞEHÎR - Komîsyona mafê Jinan a Baroya Eskîşehîrê der barê sererastkirina paşnavê jinan ya di 9’emîn Pakêta Darazê de cih digire daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku xespkirina mafê jinan nayê qebûlkirin û wê li dijî vê têbikoşin.
 
Komîsyona Mafê Mİrovan a Baroya Eskîşehîrê  der barê sererastkirina paşnavê jinan ya di 9’emîn Pakêta Darazê de cih digire daxuyanî da.Li ser navê Komîsyona Funda Guney Kokçinar axivî û balkişand ser pêşnûme qanûna ku wek 9’emîn Pakêta Darazê  tê zanîn.
 
Fundayê di daxuyaniyê de wiha got: “Pêşnûme pêşkêşî meclîsê hat kirin. Di naveroka pêşnûmeyê de xala 187’emîn a bi ser navê paşnavê jinan’ a di Qanûna Medenî y aTirk a Hejmar 4721 ya Destura Bingehîn jî cih digire. Peşnûme Qanûn di 12’ê Tîrmeha 2024’an  de di Komîsyona Edeletê ya TBMM’ê de hat qebûlkirin. Em vê qanûna li dijî mafê me ye qebûl nakin. Em ê li dijî vê têbikoşin.”