Biryar: ji bo ketina nava civakê ne amade ye

  • 09:35 19 Gulan 2024
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED -Nûçegîhana me Derya Ren a ku divê di meha Gulanê de bihata tahliyekirin bi hinceta , "Ji bo ketina nava civakê ne aade ye" tehliyekirina wê 3 mehên din hat taloqkirin.
 
Nûçegihana me Derya Ren tevî gelek rojnamegeran di 25’ê Cotmeha 2022’an de li Amedê, di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di serdegirtina mala xwe de bi hinceta cezayê wê yê girtîgehê heye hat binçavkirin û piştre jî hat girtin. Derya ku piştî 3 sal û 13 meh û 15 roj cezayê hepsê yê ku ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve bi hinceta "Bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê" lê hat birîn, piştî ku di sala 2022'an de ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin hat girtin, sewqî Amedê kirin. Derya di 31'ê Tebaxa 2023'an de ji bo "Serbest berdana bi şert" ji 1'emîn Dadgeha Înfazê re daxwazname şandibû û heyeta dadgehê bi hincetên pûç daxwaza Deryayê red kir.
 
Serbestberdana Derya ya ku dihat payîn di destpêka meha Gulanê de bû, bi biryara lijneyê ji ber sedemên pûç hat taloqkirin.
 
Ceza bi awayê kêfî hat dirêjkirin
 
Yek ji sedemên astengkirina berdana Derya jî ew e ku Derya dema birine girtîgehê lêgerîna tazî ku lê hatiye ferzkirin red kiriye. Herwiha di berdewama hincetê de hat gotin ku Derya ji bo tevlêbûna nava civakê ne amade ye û biryar hat dayîn ku 3 mehên din tahliyeya wê bê taloqkirin.