Ji bo îfadeyê bang li 7 rojnamegeran kirin

  • 15:31 16 Gulan 2024
  • Hiqûq

 
STENBOL - 7 rojnamevanên ku hate îdiakirin navên wan di lîsteya ku di bêrika çalakvanê li dijî Edliyeya Stenbolê êrişeke çekdarî li dar xistibû de derketine, bi sifeta şahidan îfade dan. 
 
7 rojnamevanên ku hate îdiakirin navên wan di lîsteya ku di bêrika çalakvanê li dijî noxteya polîsan a li ber Deriyê C yê Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê êrişeke çekdarî li dar xistibû de derketine, bi sifeta şahidan gazî îfadeyê hatin kirin.  
 
Di bûyerê de 2 çalakvan û sivîlekê jiyana xwe ji dest dabûn. Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî bûyerê daye destpêkirin de 48 kes hatibûn girtin. Rojnamevanên ku navên wan di lîsteyeke li ser çalakvanekî jiyana xwe ji dest da de derketin, gazî îfadeyê hatin kirin. 
 
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Îbrahîm Irmak, xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglû, rojnamevan Zeynep Kûray, nûçegihana Rojnameya Evrenselê Eylem Nazlier, nûçegihanê KRT’ê Ûmût Taştan, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) Cîhan Berk û pêşkeşvana Halk TV’yê Şûle Aydin îro li Edliyeya Stenbolê îfade da. 
 
Ji rojnamevanên ku li dozgeriyê hatin guhdarkirin re ev pirsên “Hûn çalakvanên ku êriş kirine nas dikin?” û “Nimreyên we ji ku peyda kirin?” hatin pirsîn.