ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2026'AN

  • 09:00 27 Cotmeh 2026
  • Rojev
 
* Jinên ku têkildarê kuştina jinan a li Îzmîrê de axivîn û bal kişandin ser Peymana Stenbolê û Qanûna 6284'an û gotin: "Em natirsin, erê. Em guh nadin, erê. Lê em ê dev ji pirsa 'Ev dewlet çima heye?' bernadin." BI DÎMEN 
 
* Psîkoterapîst Zeynep Çukadar got, "Heke hûn nekarin pêşî li daketina temenê bikaranîna madeyên hişber ji bo asta dibistana seretayî bigirin, hûn nifşekî windabûyî mezin dikin" û bal kişand ser vê rastiyê ku tiryakbûn ne pirsgirêkek takekesî ye, lê pirsgirêkek civakî ye. Wê tekez kir ku pêdivî bi xurtkirina mekanîzmayên parastin û pêşîlêgirtinê ji bo parastina zarok û ciwanan heye. BI DÎMEN 
 
*Li gundê Tilhesênê, tirîyên ku ji rezan tên çinîn bi saya xebata bi saetan dibe dims. Meyase Arslan, bal kişand ser lêçûnên zêde û zirara ku ji ber baranê li ser tirî çêbûye û got ew bi hevkariyê hilberînê didomînin. BI DÎMEN 
 
*Dayika Hîkmet Kilinç, li hemberî bereatkirina Musa Orhan de bertekên xwe anî ziman û got: "Ez ê têkoşîna xwe ya pêkanîna edaletê bidomînim. Divê her kes bertek nîşan bide û bila heqê Îpek bipirsin. Ez ê heta dawiya emrê xwe ji bo Îpekê têbikoşim." BI DÎMEN