Bêrîtan li Kobanê hat bibîranîn

  • 11:57 24 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Kobanê ji bo Gulnaz Karataş bernameya bîranînê li dar xist.
 
Bi boneya salvegera 34'emîn a şehadeta fermandar Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi amadebûna bi dehan endam û nûnerên saziyên jinan li Kobanê, bernameya bîranînê hat lidarxistin. 
 
Bername li hola Navenda Aboriya Jinan a Kobanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di çalakiyê de nameya  Bêrîtan û nameya fîlozof Gayatrî Spivak ji aliyê endama Navenda Aboriya Jinan Dilvîn Nebî ve hat xwendin.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.