Li Erzoxliyê li dijî projeya GES'ê bertek: Em naxwazin
- 13:12 21 Cotmeh 2026
- Rojane
AMED - Li taxa Arzoxliyê, niştecîhan li hember hatina xebatkarên şîrketê ku li gel cendirme û polîsên hatibûn ji bo projeyeke santrala enerjiya rojê, bertek hatin nîşandan; welatiyan dijberiya xwe ya li hember projeyê anîn ziman û bang li her kesî kir ku tevlî têkoşîna parastina hawîrdora xwe ya xwezayî û qadên xwe yên jiyanê bibin
Li taxa Erzoxlî ya Sûra Amedê ji bo projeya Santrala Enerjiyê û Tesîsa depokirina Enerjiyê ya Tavê 2 a Zenkar " ku rapora (ÇED) hat dayîn, personelên şîrketê li gel cendirmeyan û hêza çevîk ketên qadê. Hat diyarkirin ku dê şîrket li vêderê GES'ê ava bike.
Baroya Amedê û niştecihên herêmê, bi daxwaza rawestandina cîbicîkirinê û betalkirina rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (NBH), doz li Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê vekirin. Di çarçoveya pêvajoya hiqûqî de, li herêmê lêkolîneke li cihê bûyerê hate kirin. Di rapora lêkolînê de hat diyarkirin ku divê bandorên giştîbi taybetî yên ku dibe di encama têkiliya bi projeya cîran ZENKAR-1 re derkevin holê bi rêya nêzîkatiyeke hevbeş a çavdêrî û rêvebirinê, bi awayekî têrker bên nirxandin.
Gel: Em vê projeyê naxwazin
Her çend di rapora pisporan de hatibe diyarkirin ku biryara derbarê NBH'ê de ne guncaw e, lê hatina şîrketê ji bo taxê li gel leşkeran, bû sedema bertekeke tund. Niştecihên herêmê, nerazîbûna xwe anîn ziman û bi awayekî zelal diyar kirin ku ew vê projeyê naxwazin û bang li her kesî kirin ku li dijî wê helwestê nîşan bidin.







