Kongra Star texrîbkirina pekrewangeha Şêxmeqsûd şermezar kir
- 14:25 18 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star a Amûdê bi daxuyaniyekê texrîbkirina pekrewangeha Şêxmeqsûd a Helebê şermezar kir. Kongra Star diyar kir ku divê pekrewangeha şehîdan werin parastin û daxwaz kir ku hesab ji kesên ku pekrewangeh texrîbkirine bê xwestin.
Kongra Star a bajarê Amûdê, bi beşdariya nûnerên ji şaredariyê û meclîsa gel a bajêr û şêniyan, têkildarî texrîbkirina Pekrewangeha Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê li pêşiya navenda xwe ya li bajêr daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji hêla Endama Kongra Star Bêrîvan Elî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew wêraniyê li dijî pekrewangehê û gora Şehîd Şervan Heleb wekî rêznegirtina li hember bîranîna pîroz a şehîdan dibînin û hat gotin ku kiryarên xerabkirina cih û goran ji bo hedefgirtina nirx û perensîbên şehîdan pêk tê.
Di daxuyaniyê de daxwaz ji aliyên peywendîdar û berpirsyarên dosya entegrasyonê hat kirin ku ji bo hesabxwestina ji berpirsyarên vê wêraniyê gavên cidî bavêjin, rê li ber rûdana mîna van bûyeran bigirin û parastina pekrewangehên şehîdan misoger bikin.
Kongra Star, di daxuyaniya xwe de girêdana xwe ya bi perensîbên azadî û rûmeta şehîdan nîşan da û da zanîn ku ew hemû cureyên êrîşên li ser sembol û pekrewangehan red dikin.







