Ji Geverê heta Şengalê jiyanek:Amara Umut Zinar
- 09:04 18 Cotmeh 2026
- Portre
Rabîa Onver
COLEMÊRG - Dayika Amara Umut Zinar ku li Xakurkê jiyana xwe ji dest daye, Supha Ozdemîr, bîrînên keça xwe vegot û daxwaza aştiyê anî imzan: “Keça min şehîd ket lê ez hîna ji aştiyê bi hêvî me û aştiyê dixwazim.”
Amara Umut Zinar (Şukran Ozdemîr) li navçeya Gever a Colemêrgê wek zaroka malbateke welatparêz tê dinê. Di xebatên Ciwanên Welatparêz de cih digire. Di 2014’an de tevli PKK’ê dibe û wê demê bi gotinên ‘Dema hatim PKK’ê wekê ku hatibûm jiyanek pir cuda bû’ vedigot. Di berxwedanên Şengal û rêveberiyên xweser de cih girt;li herêmên cuda faliyet meşand.
Amara Umut zinar di 12’ê Gulana 2020’an de li Xakurkê şehîd dibe. Dayika wê Supha Ozdemîr der barê keça xwe de axivî û biryarên wê yên ku şopa xwe hiştine vegot.
‘Em serbilindin’
Supha Demîr daxuyakirin ku Amara Umut Zinar di dibistanê de her tim serkeftî bû û got: “Ji reqsê hez dikir. Li gelek bajaran di pêşbirka folklorê de biser ket. Keça min wek şêr bû, dihat hezkirin. Karê malê bikira jî kêf digirt, nediwestiya. Nedixwest bixwîne, ev ji me re got. Piştre karek dît dest bi xebatê kir. Digot ez dixwazim bixebitim piştgiriyê bidim bavê xwe. Keça min di 20’ê Adara 2014’an de tevli PKK’ê bû. Bi rojan çavên min li rêya wê man. Em bi keça xwe serbilind in.”
‘Min di xewna xwe de dît’
Supha Ozdemîr diyar kir ku keça wê li malbatê û derdorê mînak dihat girtin û wiha domand: “Enerjiya wê pir baş bû. 8 zarokên min hebûn. Ew ya 5’an bû. Lê ya herî xurt, wêrek û jîr bû. Ji tu karî nedireviya. Beriya ez agahiya şehadeta wê bigirim hat xewna min. Li min mêze dikir û dikeniya. Piştre min di xewna xwe de dît ku şehîd bûye. Piştî vê agahiya şehadeta wê hat. Me şîna wê danî. Sê rojan berdewam kir.”
‘Bila serê Kurdistanê saxbe’
Supha Ozdemîr di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bila serê Kurdistan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saxbe û wiha dawî lê anî: “Înşalah ev şehîdên dawî bin. Zarokên me şehîdên aştiyê ne. Em ji pêvajoyê bi hêvî ne. Êdî bila tu dayik êşê nekşînin. Keça min şehîd bû lê hêviya min ya aştiyê heye û em aştiyê dixwazin. Em serbilind in.”
h







