Jinên Koçer:Ji bo aştiyê divê gavên şênber bên avêtin

  • 09:02 11 Cotmeh 2026
  • Rojane

ÊLIH-Jinên Koçer yên li taxa Koruk a Êlihê dijîn, der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivîn û diyar kirin ku divê dewlet gavên şênber bavêje.

 
Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir şûnde pêvajoya aştiyê dest pê kir. Bendewariyên aştî û çareseriya demokratîk a gelê Kurd didome.
 
Koçerên li taxa Koruk a Êlihê dijîn ji ajansa me re axivîn.
 
Çek hatin şewitandin dora dewletê ye’
 
Leyla Çetînkaya da zanîn ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be û wih agot: “Divê dewlet êdî gavekê bavêje. Em gavan davêjin lê ew navêjin. Tevgerê dest ji çekan berda. Çek şewitandin. Lê hîna dewletê tiştek nekiriye. Divê dewlet gavê bavêje. Em serbilindin. Em mafên xwe cihê xwe dixwazin. Em ziman û nasnameya xwe dixwestin. Em axa xwe dixwazin.Bila serokê me bê berdan û dı nav gelê xwe de be. Bila girtiyên di zindanan de bên berdan.”
 
‘Em aştiyê dixwazin’
 
Hediye Çetînkaya jî wiha got: “Ji bo aştiyê çi ji destê me bê em amade ne. Bendewariya me aştî ye. Em dixwazin aştî bê û zarokên me êdî nemirin. Em şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin li welatê xwe azad bijîn. Çi ji destê me bê em amade ne.”
 
Wetha Çetînkaya ev tişt got: “Em dixwazin serokê me bê berdan. Em dixwazin nasnameyek me hebe. Bila êdî mitov nemirin. Em mafên xwe dixwazin.”
 
‘Divê dewlet gavê bavêje’
 
Elîf Çetînkaya jî wiha nirxandin kir: “Divê êdî bersivekê bidin vî gelî. Divê girstiyên siyasî bên berdan. Lê dewletê çav û guhê xwe girtiye. Piştî pêvajoyê dest pê kir gotin wê tiştên xweş bibin. Lê hîna dewletê tiştek nekiriye.Divê gav bên avêtin.”
 
‘Em mafên xwe dixwazin’
 
Hatun Çetînkaya jî destnîşan kir ku divê mafên wan hebin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk dibêje em xwişk û bira ne lê tu tiştekî nake. Gotin wê girtiyan berdin lê tiştek nekirin. Em mafê xwe zimanê xwe dixwazin.”
 
Rabîa Çetînkaya jî ev nirxandin kir: “Em çawa gavan davêjin divê dewlet jî bavêje. Heta niha tiştek tune ye. Em naxwazin kes bimire. Em aştiyê diwazin. Em dixwazin girtî bên berdan. Em wekheviyê dixwazin.”