Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

  • 12:51 10 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşma "Li gel Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komînal" Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê tê lidarxistin. Wê rola Jineolojiyê û tecrûbeyên li Ewropayê bên gotûbêjkirin.
 
Wê li Hollandayê di navbera 16-18’ê Cotmehê de bi dirûşma "Li gel Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komînal" Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê were lidarxistin. Konferansa ku wê li gel organîzasyona endamên Akademiya Jineolojiyê û Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê were lidarxistin, wê li gel sernavê sereke yê "Di avakirina jiyana demokratîk û komînal de rola Jineolojiyê" were kirin.
 
Di konferansê de wê mijarên weke têkoşîna azadiya jinan a xebatên Jineolojiyê yên li Ewropayê tên birêvebirin, hilberîna agahiyên alternatîf, tecrûbeyên jiyana kolektîf û tecrûbeyên têkildarî perwerdeya demokratîk û piştevaniya komînal werin nirxandin. Her wiha pêşxistina rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de û diyarkirina nexşerêya serdema li pêşiya me tên armanckirin.
 
Di çarçoveya konferansê de wê tecrûbeya deh salan a xebatên Jineolojiyê yên li Ewropayê ji aliyê dîrokî, civakî û rêxistinî ve were nirxandin. Girêdayî perspektîfa civaka komînal û demokratîk wê rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de û modela birêxistinbûna serdema nû werin nîqaşkirin.
 
Bernameya konferansê ya ku nîqaşkirina hedefên stratejîk û standina biryarên hevpar armanc dike, wê weke lidarxistna sê rû niştinên sereke û heft komxebatan derbas bibe.
 
Serenavên komxebatan bi vî rengî ne:
 
"* Li Ewropayê modela birêxistinbûna Jieolojiyê
 
* Pedagojiya Jineolojiyê
 
* Veguherîna malbat û civakê û veguherîna mêran
 
* Bîra jinan û berxwedana çandî
 
* Jinên ciwan û Jineolojî
 
* Jiyana civakî ya ekolojîk û Jineolojî
 
* Girîngî û birêxistinbûna xebatên çapemenî û weşanê"
 
Di heman demê de wê di çarçoveya azadkirina agahiyan de wê li gel arman û rêbazên lêkolîna Jineolojiyê û ji perpektîfa modernîteya demokratîk rola civakî ya akademiyên Jineolojiyê were nîqaşkirin.
 
Di beşa dawîn a konferansê de wê encamên heft komxebatan werin parvekirin û biryarên hevpar werin girtin. Li gel diyarkirina encamnameya nîqaş û biryarên ku wê sê rojan berdewam bike, wê konferans bi dawî bibe.