ÎSÎG: 226 karkeran li ser kar jiyana xwe ji dest da
- 12:59 7 Cotmeh 2026
- Rojane
STENBOL -ÎSÎG'ê ‘Rapora Cinayetên Kar’ a meha Îlonê eşkere kir û da zanîn ku 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ‘Rapora Cinayetên Kar’ a Îlona 2026an eşkere kir. Li gor raporê, di cinayetên kar de herî kêm 226 karker jiyana xwe ji dest dane. Di 9 mehên sala 2026an de, herî kêm hezar û 736 karker jiyana xwe ji dest dane. Ji 226 karkeran 21 jê jin, 205 jê jî mêr in.
Her wiha li gorî raporê, 8 karkerên zarok, 14 koçber jî di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku 50 karker di înşaetê de, 45 karker dema cotkariyê de, 28 karker di qada veguhestinê de, 16 karker di karên şaredariyê de û 15 karker jî di qada tershaneyê de jiyana xwe ji dest dane.







