ÎSÎG: 15 jinan jiyana xwe ji dest da
- 13:23 29 Îlon 2026
- Ked/Aborî
STENBOL - ISIG'ê di "Rapora xwe ya Kuştinên li Cihê Kar" a meha Tebaxê de ragihand ku 15 jinan jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ISIG) "Rapora Kuştinên li Cihê Kar" a meha Tebaxê weşand. Li gorî raporê, di meha Tebaxê de 226 karkeran di bûyerên mirinê yên li cihê kar de jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku ji van karkerên jiyana xwe ji dest dane, 15 jin û 211 jî mêr bûne. Di raporê de bal hat kişandin ser wê yekê ku 15 ji qurbaniyan zarok û 16 jî koçber bûne.
Herwiha raporê hûrgiliyên sedemên mirinê jî eşkere kirin û destnîşan kir ku ji sedî 22'yê bûyeran ji ber qezayên trafîkê, ji sedî 21 ji ber ketina ji bilindahiyê û ji sedî 19 jî ji ber eçiqandin an hilweşînê pêk hatine.







