NY’ê daxwaza betalkirina cezayên darvekirinê li Îranê kir

  • 11:44 29 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Raportera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Mafên Mirovan a li Îranê Mai Sato, got ku divê yasaya cezayên darvekirinê li Îranê bê sekinandin û cezayên darvekirinê bên betalkirin.
 
Raportera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Mafên Mirovan a li Îranê Mai Sato li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek têkildarî cezayên darvekirinê yên li Îranê belav kir.
 
Mai Sato xwest ku yasaya cezayên darvekirinê li Îranê bê sekinandin û cezayên darvekirinê bên betalkirin.
 
Di dewamê de Mai Sato got: “Îran di dadgehkirina mirovên ku cezayê darvekirinê girtine de, qanûnên navneteweyî yên dadperweriyê binpê dike. Piraniya van kesên ku têne darvekirin jî, ew kes in ku tevli xwepêşandan û protestoyan bûne.”