Li dijî destdirêjiya li medreseyê li Wanê çalakî

  • 15:09 26 Îlon 2026
  • Rojane
WAN - Li Wanê destdirêjiya li medreseyeke li Amedê pêk hatî hat şermezarkirin. 
 
Şaxa Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) a Wanê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê û Tevgera Jinen Azad (TJA), destdirêjiya ku li Medresê ya ku li navçeyeke Amedê pêk hatî bi daxuyaniyekê şermezar kir.  Beriya daxuyaniya hevpar, Rêveberê şaxa MÎA-FEDê ya Wanê Lokman Ozdemîr axivî.
‘Tarikatên heyî li gor dinê Îslamê tevnegerin’
 
Lokman Ozdemîr bûyara ku li medreseyê qewimiyê şermezar kir û got: “Li Tirkiyeyê gelek tarikat hatine avakirin. Eger ew tarîkat ji bo îslamî hatine avakirin bila li gor nêzîkatiyên peygamberan tevbigerin. Dema ku dîne Îslamê derket devlemendi tine bû. Ew dewlemendiyên tarikatan li ku derê tê. Em gelê xwe hişyar dikin bila zarokên xwe nedin van medreseyan.
 
Piştî axaftina Lokman Ozdemîr, Rêvebera Federasyonê Hanîfe Yuce daxuyanî xwend.
 
Hanîfe Yuce bal kişand li ser misyona medreseyan ya di nav civakê de û  got: “Lêgerîna dîrokê nîşan dide ku medrese di nav erdnîgariya ku ummeta misilman lê dijî de her dem bûne cihên ku zanist, exlaq û edalet.  Li Kurdistanê jî ji bilî vê yekê, ew bûne qadên ku nasnameya Kurdî tê de hatiye parastin û jiyanê bûye. Ev cihên pîroz ku gelê me wekî ocaxa manewiyatê dihewandin, mixabin îro ji aliyê îslamiyên siyasî ve hatine veguherandine ji bo navendên propagandayê, asîmîlasyonê û gihandina sîxuran.”
 
Daxuyanî ji xwendina metne ve dawî bû.