Di şerê Ûkraynayê de tundiya zayendî: NY'ê zêdeyî hezar bûyer tespît kir

  • 13:27 24 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî (NY) di şerê Ûkraynayê de ku bi êrişa berfireh a Rûsyayê destpê kir, hezar û 4 bûyerên tundiya zayendî piştrast kir. Li gorî NY'ê yek ji van bûyeran bi serê zarokek 4 salî hat.
 
Tê gotin, di şerê Ûkraynayê de tundiya zayendî weke amûreke zordarî, tepisandin û êşkenceya li hemberî dîlgirtiyên şer û sivîlan tê bikaranîn.
 
Li gorî rapora Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku 18'ê Îlonê weşand, di navbera 24'ê Sibata 2022 û 31'ê Tîrmeha 2026'an de 1.004 bûyerên tundiya zayendî ya ji ber şer hatin piştrastkirin. Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku ji sedî 89 ê van bûyeran ji aliyê hêzên ser bi meqamên Rûs, ji sedî 11 jî ji aliyê hêzên ser bi meqamên Ûkraynayê ve hatine kirin.
 
Di raporê de hate ragihandin ku li gorî hin daneyan tundiya zayendî bi taybetî li herêmên di bin kontrola Rûsyayê deû li navendên binçavkirinê bi rêk û pêk hatiye bikaranîn. NY'yê diyar kir ku li gel jin û zarokan her wiha gelek dîlgirtiyên şer ên mêr jî mexdûrê bûyerên tundiya zayendî ye.
 
Bûyerên tundiya zayendî ya di dema şer de li dijî zarokan tê kirin, bûn mijara lêpirsînên navneteweyî. Lêkolînerên NY'yê diyar dikin ku bûyerên mexdûriyetê hene ku heta digihêje zarokên 4 salî.
 
Neteweyên Yekbûyî her wiha hişyariyê dide ku 1.004 bûyerên hatine piştrastkirin, ne temamiya tundiya zayendî ya di dema şer de ye û dibe ku hejmara rastî zêdetir be.