ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2026'AN
- 09:00 17 Îlon 2026
- Rojev
* Hulya Yildirim ya OHD’î da zanîn ku ji bo hewcedariyên pêvajoyê rast bên cih divê Abdullah Ocalan xwediyê statuya hiqûqî be û got: “Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ne girêdayê destura hinekan be. Ji ber ev pêvajo ji statuya hiqûqî fêdeyê nagire kêm dimîne.” BI DÎMEN
* Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek got berxwedana piştî qetilkirina Jîna Emînî mezin bûye, ne tenê ya jinên Îranê, veguheriye têkoşîna hevpar a jinên cîhanê û got: “Jin Jiyan Azadî xeteke polîtîk a hevpar a têkoşîna azadiya jinan ku li dijî serdestiya mêr hatiye avakirinê ye.” BI DÎMEN
* Jinan diyarkirin ku destkeftiyên 12 salan yên gelê Kurd û şoreşa jinan hedef tê girtin û ji bo Rojava banga têkoşîna hevpar hat kirin. BI DÎMEN







