ROJEVA 16'YÊ ÎLONA 2026'AN

  • 09:00 16 Îlon 2026
  • Rojev
 
*Rojnameger edîtora Tirkî ya Independent Merve Bayrakçi ku yek ji kesên îmze avêt deklerasyona ‘Ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 îmze’ da zanîn ku divê civak piştgiriyê bide pêvajoyê û got: “Bê guman wê kêmasî hebin lê em bi hev re dikarin pêvajoyê mezin bikin.”
DÎMEN HEYE
 
*Jinan bertek nîşanê revandin û qetilkirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî, mudaxaleyên li dijî protestoyên li Kobanê û şewata li girtîgehê ku 9 kesî jiyana xwe ji dest dan, da û wiha gotin: “Li Rojava entegrasyona demokratîk tê nîqaşkirin lê şervanekî Kurd hat qetilkirin. Em vê hewldana provakasyonê dibînin. Kesên ji tiştên li Rojava tên jiyîn berpirsin divê vê derxin holê.” DÎMEN HEYE
 
*Fatma Yenî da zanîn ku berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hatiye destpêkirin, ji jinan re mîrateyek berxwedanê ya mezin hiştiye û got aştiyeke li Rojhilata Navîn bê avakirin bi kirdebûna jinan pêkan e.  DÎMEN HEYE
 
*Di bîranîna ku ji bo kesên di dîrokên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li Amedê pêk hat de, dîmenên ji bîr û berxwedanê yên ji salonê.
 
*Raporek pispor a nû ku li dosyaya lêpirsînê ya derbarê mirina gumanbar a Rojîn Kabaîş de hatiye zêdekirin, eşkere kiriye ku telefona wê ji şeva windabûnê heta sibeha din daneyan dişîne. Di raporê de her wiha lêkolînek li ser tevgerên cerdevanê ewlehiyê yê taybet li herêma ku telefon lê hatiye dîtin û her wiha dîmenên kamerayê yên tiştekî nenas ku di şevê de ber bi malek li Bardakçiyê ve tê veguhastin jî hene.
 
*Çavkaniyên DEM Partiyê derbarê hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahiyên nû parve kirin. Abdullah Ocalan derbarê Elewî, Îran û Rojava de daxuyaniyên girîng da şandeyê.