ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2026'AN
- 09:00 15 Îlon 2026
- Rojev
*Şebnem Korur Fîncanci, diyar kir ku her gaveke ji bo aştiyê tê avêtin bi qîmet e, anî ziman ku herçend bêdengkirina çekan girîng be jî ev yek bi serê xwe têrê nake; divê pêvajo bi demokrasi, edalet, azadî û hemwelatiya wekhev were xurtkirin. DÎMEN HEYE
*Zîlan Avaşîn, destnîşan kir ku entegrekirin YPJ'ê mijareke sereke ya rojevê ya di danûstandinan de ye, anî ziman ku pêwîstiya misogerkirina statuya jinan û hebûna wan di mekanîzmayên biryardanê de girîng e û got: "Hikûmeteke ku jinan di nav xwe de nagire, nikare gel hembêz bike."DÎMEN HEYE
*Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya KJAR'ê Rozerîn Kemanger, salvegera çaremîn a şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" nirxand û tekez kir ku vegera çar sal berê ne pêkan e û got, "Têkoşîna ku jinên Kurd herî kêm 50 sal in dimeşînin, felsefeyek afirand. 'Jin, jiyan, azadî' ji nişka ve derneket holê. Ne tiştek bû ku pêşî hat gotin û dûv re veguherî têkoşînê. Di encama têkoşînekê de derket holê."DÎMEN HEYE







