Umut Altaş: Ez bûm şahidê qetilkirina Gulistan Doku
- 14:45 6 Îlon 2026
- Rojane
AMED-Umut Altaş, ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de fermana girtinê ji bo wî hatiye dayîn û niha li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye, di îfadeya xwe de îtîraf kir ku wî şahidiya kuştina Gulistan Doku ya ji aliyê kurê walî ve kiriye.
Umut Altaş, ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de fermana girtinê ji bo wî hatiye dayîn û ji Amerîkayê daxwaza radestkirina wî hatiye kirin, li Amerîkayê derbarê dozê de îfade da. Umut Altaş di îfadeya xwe de îtîraf kir ku wî şahidî kiriye ku Gulistan ji aliyê kurê walî, Mustafa Turkay Sonel ve hatiye kuştin û wan bi hev re cenazeyê Gulistan birine bagaja otomobîlekê.
Ji aliyê FBI ve hat lêpirsînkirin
Derket holê ku efserên Lêpirsînên Ewlekariya Navxweyî yên FBI û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê du rojan, di 19 û 20'ê Tebaxa 2026'an de, li Navenda Pêvajoya Moshannon Valley a li Pennsylvania, Umut Altaş lêpirsîn kirine.
Dosya bi rêya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Derve û Karûbarên Yekîtiya Ewropayê ya Wezareta Dadê bi rêya kanalên hevkariya dadwerî ji rayedarên dadwerî re hat şandin.







