Tulay Hatîmogûllari: Ji bo pêvajoyê pêwistî bi kedê heye
- 12:45 6 Îlon 2026
- Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku Kongreya Asayî ya 5'emîn a DEM Partiyê ji bo guherînê asteke girîng e û got, "Di vê demê de ku meseleya Kurd derbasî qonaxeke nû bûye, siyaset bi amûrê berê nayê meşandin."
DEM Partiyê Kongreya xwe ya Mezin a Asayî ya 5'emîn li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê lidar dixe. Ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek delege tev li kongreyê bûn. Li eywana kongre tê lidarxistin pankarta ‘Jin Jiyan Azadî’ hat daliqandin. Dayikên Aştiyê, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîstan (SODAP) Kezban Konukçu, Serokê SYKPê Mertcan Tîtîz, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekgirtî Elîf Torun, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, Berdevka Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de ewilî dîvan hat hilbijartin. Piştî diyarkirina dîvanê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest danê deqeyek rêz hat girtin. Di rêzgirtinê de girsğ dirûşmeyên “Şehîd namirin” berzkirin.
Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Tulay Hatîmogûllari bi Erebî û Kurdî xêrhatina beşdaran kir û wiha axivî: “Silav ji kedkaran re, silav ji hemû karkerên vî welatî, xîzanên vî welatî re. Silav ji Kurd, Suryanî, Tirk, Ereb û hemû gelan re. Silav jinên pêşeng ên vê têkoşînê, silav ji Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê re. Silav ji jinên fesfeya Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê re da nasandin. Silav ji kedkarê aştiyê Sirri Sureyya Onder re. Silav ji hevalên sirguniyê ne. Di şexsê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Ayşe Gokhan û hemû hevalên girtî re. Silav ji birêz Abdullah Ocalan re.”
Di axaftina xwe de dema Tulay Hatîmogûllari silav ji Rêber Apo re şand girseya li eywanê bi yek dengî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kir.
Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe de Hevşeredarê Agiriyê Mehmet Akuş ku doh jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û ji malbatê re sersaxî xwest.
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku kongreya vê di heman demê de muhasebeya 3 salan e û wiha got: “Li dinyayê gelek guherîn pêk hatin. Civak diguherî. Em jî diguherin. Di vê kongreyê de jî ji bo guherîn û ji nû ve avakirinê nîqaşan bikin. Em ê nîqaşan bikin; gelo me karî daxwazên kedkarên di nav xizaniyê de hewl didin debara xwe bikin bînin ziman, me karî hewcedariyên têkoşînê bi cih bînin. Em dikevin rêyeke ji nû ve avakirinê. Derfetek mezin jî derketiye holê. Tirkiye careke din qala çareseriya pirsgirêka Kurd kir. Berpirsyariya me ya hemûyan e ku vê pêvajoyê misoger bikin û ji bo serketina wê bixebitin. Em ji xwe bawer in, em ji gelên xwe bawer in. Ji bo wê jî teqêz em ê bi ser bikevin.”
Di axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn diqewime, budçeyên ku ji bo şer tên xerçkirin û ev tişt anî zman: “Hezên emperyal dixwazin bi şer û pêvçûnan Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin. Budçeya şer her ku diçe zêde dibe û cîhan di bin xetereya nukluerî de ye. Sûriye hê jî di hewldanên xwe ji nû ve avakirinê de ye. Rojava bi destkêftiyên nû rêya xwe didomîne. Dinya di bin bandora nîjadperest a otorîter de ye. Tirkiye jî van geşedanan ji dûr nîn e. Ew şer bandor li Tirkiyeyê jî dike. Di rewşên wisa de xilasiya herî guncav aştiya navxweyî ye. Pirsgirêka Kurd a sed salan ji bo çareser bibe divê ew derfetan baş bikar bînin. Tirkiye nikare vê mijarê taloq bike û neçare çareser bike.”
Tulay Hatîmogullari banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27'ê Sibatê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî vê bangê bûyerên girîng rû dan. Li vî welatî bîra civakî hîn zindî ye. Faîl ne diyar, valakirina gundan û qirkirin. Ciwanan jiyana xwe ji dest da. Hîn jî li Kurdistanê bîranînên kesên jiyana xwe ji dest dane tên kirin. Ez ji hemû dayikên Kurd re sersaxiyê dixwazim. Her wiha dayikên leşkeran jî zarokên xwe windakirin. Em ji wan re jî sersaxiyê dixwazin. Ji bo wê jî weke DEM Partî em dibêjin; teqez em ê aştiyê diyarî hemû welatiyên vî welatî bikin. Aştî bi destxistina mafê kedkaran e, azadiya jinan e, rabûna qeyûman e, azadiya fikir û remanan e. Her wiha perwerdehiya fermî ya Kurdan e, azadiya baweriyan e. Di baweriya Elewiyan de rizatî heye. Li gor vê jiyana bi hev re li ser esasê rizatiyê dibe. Ji bo wê jî îradeya birêz Ocalan a 27'ê Sibatê pir girîng e. Niha şûn vê ketina qanûna çarçoveyî ji meriyetê pir girîng e. Piştî vê qanûnê divê qanûnên demokratîk jî bên çêkirin. Aştiyê Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, jin, ciwan, Elewî, hemû gel, bawerî, welatparêz û sosyalîst û hemû civak wê ava bike. Ji bo wê jî werin em aştiyê bi hev re ava bikin.”
Her wiha Tulay Hatîmogûllari bi lêv kir ku demokratîkkirina komarê bi têkoşîneke hevpar pêkan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em her tim li rex daxwazên Elewiyan bûn. Hem welatiya wekhev bi qastî Kurdan ji bo Elewî û hemû welatiyan e. Yên pêvajoyê rexne dikin re jî dibêjin; werin em aştiyê bi hev re ava bikin û hevdû tenê nehêlin. Heke em wisa bikin em dikarin aştiyê misoger bikin. Avakirina civaka demokratîk bi têkoşîneke hevpar a demdirêj pêkan e. Em ê bi yekgirtinê bi ser bikevin. Ev kongreya me jî kongreyeke destpêk û vexwendinê ye. Em amadekariya veguherineke nû dikin. Em ji bo avakirineke demokratîk amade ne. Dibe ku îtîraz hebin, provakasyon jî derbikevin û bawerî qels jî bibe. Lê peywîra me jî di vir de destpê dike. Pirsgirêkên sed salan di rojekê de çareser nabin. Divê em vê demê baş bikar bînin.”
Tulay Hatîogûllari destnîşan kir ku bi tecrûbeyên dema derbasbûyî ew xwe ji bo veguherîneke mezin amade dikin û got, "Ne ji bo dubarekirina xwe, lê ji bo nûkirina xwe em li vê derê ne. Her ku em xwe nû bikin em ê karibin bibin namzet ji bo avakirina rêveberiyeke demokratîk. Bi guherînê em ji rêvebirinê, ji avakirineke bi edalet, wekhev, azad û demokratîk re amade ne. Dema ku civak diguhere weke partî em nikarin weke berê bimînin. Bi guherîna zimanê aştiyê re em nikarin zimanê berê bi kar bînin. Di demekê de ku meseleya Kurd derbasî qonaxeke cuda dibe, em nikarin siyasetê bi amûrên berê bimeşînin. Em zanin ku demeke hêsan li pêşiya me nîne. Pêvajoya aştiyê bi astengiyan dagirtî ye, pêwîstî bi kedê heye."







