‘Di pêvajoya aştiyê de divê newekheviya ziman ji holê bê rakirin’
- 09:02 6 Îlon 2026
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Hevseroka Şaxa Hejmar Yek a Egîtîm Sen a Amedê Salîha Zorlu da zanîn ku zarokên Kurd mahkumê pergaleke ku ji zimanê wan dur e tên kirin û di pevajoya aştiyê de divê newekheviya ziman ji holê bê rakirin. Salîha Zorlu ji bo perwerdehiya pir zimanî û perwerdehiya bi Kurdî banga sererastkirina hiqûqî kir.
Sala perwerdehiya 2026-2027’a ji bo mîlyonan xwendekarî destpêkek nû îfade dike, di alî zarokên Kurd de jî rastiyeke ku bi salane naguhere dîsa di rojevê de ye. Zarokên Kurd ji zimanê dayika xwe dur, bi pergala perwerdehiyayek zimanî dest bi sala nû dikin. Ligel sînorkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, bandor li tevlibûna pêvajoya perwerdehiyê ya bi nasnameya xwe jî dike.
Zarokên Kurd ji ber vê polîtîkaya perwerdehiya yek zimanî, îsal jî ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar dimînin. Kurdî wek dersa bijarte sînorkirin nêzîkatiyeke polîtîka li hember statuya ziman nîşan dide.
Hevseroka Şaxa Hejmar Yek a Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê Salîha Zorlu beriya ku dibistan bên vekirin der barê mijarê de nirxandin kir.
‘Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê welatibûna wekhev e’
Salîha Zorlu da zanîn ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê yek ji esasên ewil yên welatibûna wekhev e û got: “Em wek Egîtîm Sen mafê perwerda bi zimanê dayikê wek parçeyek welatibûna wekhev dibînin. Me di demek nêz de Kongreya xwe ya 6’emîn pêk anî û me di nîqaşên 5 rojan de ev di ber çavan re derbas kir. Me perwerdehiya pircivakî ji bo civakên Tirkiyeyê pêşniyar kir. Divê modela perwerdehiya pir zimaniyê ji aliyê kesên bi perwerdehiyê re eleqeder dibin ji nû ve bê nirxandin.”
‘Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî esas e’
Salîha Zorlu di berdewamiyê de daxuyakirin ku ji 2012’an heta niha Kurdî wek dersa bijarte tê dayîn û vê bersiv nade hewcedariyên gel û got: “Perwerda bi zimanê dayikê, em dema dinêrin em cudahiyekê nabînin. Em mafê perwerdehiyê wekî mafê esas yê welatibûna wekhev dinirxînin. Di vê pêvajoya aştî tê axaftin de divê newekheviyên ziman ji holê bên rakirin. Kurdî wek dersa bijarte ji 2012’an de heye. Lê gelek pirsgirêk tên jiyîn.
Xuyaye ev model ji hewcedariyên gel re nabe bersiv.”
‘Newekheviya ziman newekheviyên din giran dike’
Salîha Zorlu destnîşan kir ku divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê di pêvajoya aştiyê de yek ji pirsgirêka esas bê nirandin û wiha bi lêv kir: “Ji bo hewcedariya perwerda bi zimanê dayikê ji nû ve bê nirandin divê di pêvajoya aştiyê de wek pirsgirêka esas bê dîtin. Newekheviya ziman heye. Bi zimanê xwe neaxivin, perwerde nedîtin û gelekên din. Newekheviya di zaman de rewşên dezavantaj derdixe holê. Pirsirêkên ku nayên çareserkirin diafirîne. Em dibêjin;Prewerdeya pir zimanî piştigriyê dide serkeftinê. Divê nîqaşên pedagojîk û akademîk bên meşandin.”
‘Hewce heye ku hemû ziman zindî bibin’
Salîha Zorlu di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber perwerdehiya bi yek zimanî zarok pisgisrêkan dijîn û divê hemû gel ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê fêdeyê bigirin û hewce pê heye ku hemû ziman zindî bibin.
‘Divê xala 42’an bê guhertin’
Salîha Zorlu balkişand ser xala 42’emîn a Destura Bingehîn û got: “Tayînkirina mamosteyên Rûs ketiye pêş yên mamosteyên Kurd. Ev jî tercîhek polîtîk e. Xala 42’an li pêş vê asteng e. Divê ev xala 42’emîn di pêvajoya aştiyê de teqez bê nirxandin. Ev made hukm dike ku perwerde tenê bi Tirkî bê dayîn. Divê ev xal ji nû ve bê nirxandin. Her wiha ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê tayînkirina mamosteyan û her wiha mufredat şert e.”







