ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2026'AN

  • 09:00 6 Îlon 2026
  • Rojev
 
* Hevseroka Şaxa Hejmar Yek a Egîtîm Sen a Amedê Salîha Zorlu da zanîn ku zarokên Kurd  mahkumê pergaleke ku ji zimanê wan dur e tên kirin û di pevajoya aştiyê de divê newekheviya ziman ji holê bê rakirin. Salîha Zorlu ji bo perwerdehiya pir zimanî û perwerdehiya bi Kurdî banga sererastkirina hiqûqî kir. DÎMEN HEYE
 
* Aygul Kapçak ku piştî girtina 32 salan şûnde hat tahliyekirin, da zanîn ku  banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avakirina jiyaneke nû çarçoveyek esas derdixe holê û wiha got: “Li dora serokatiyê hatina gel hev, mafê herî xwezayî yê gelê Kurd e.” BI DÎMEN 
 
*Li gorî çeteleya meha Tebaxê herî kêm 22 jin  û 3 zarok hatine qetilkirin, 19 jin û 7 zarokî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.