ROJEVA 03'YÊ ÎLONA 2026'AN
- 09:00 3 Îlon 2026
- Rojev
* Seroka Komîteya Navneteweyî ya NEU Louîse Regan, diyar kir ku ji bo zarok xwe di pergala perwerdehiyê de bibînin divê zimanê wan yê dayikê bê nasîn. Louîse Regan daxuyakirin ku divê Kurdî di mufredatê de cih bigire û wiha domand: “Mijar ne ku mirov li vir Kurdî fêr bibin an nebin, biaxivin an neaxivin. Mijar ev e ku Kurdî bê nasîn û bibe parçeyek pergala perwerdê.” BI DÎMEN
*Jinên di karê berhevkirina fisteqan de dixebitin, diyar kirin ku piştî karê li erdan, karê malê jî ew dikin û wiha gotin: “Rojaneya em digirin li hember krîza aborî dihele. Em tenê bîhna xwe digirin.” DÎMEN HEYE
*Jinên di meşa 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de axivîn, dan zanîn ku ji bo aştiya civakî divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be, mafê zimanê dayikê bê nasîn û azadî di her qada jiyanê de bikeve bin ewlehiyê. DÎMEN HEYE
*Kesên tevli şîna Hamdiye Komurcu ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest da bûn, diyar kirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane nirxên bîra azadiya gelê Kurd e û gotin êdî ne çek divê aştî bê axaftin. DÎMEN HEYE







