Li Stenbolê Konferansa Keda Jinê wê pêk bê

  • 19:29 2 Îlon 2026
  • Rojane
STENBOL- Li Stenbolê di 17-18’ê cotmehê de wê ‘Konferansa Keda Jinê’ pêk bê. Di konferansê de nîqaşên der barê keda jinê de wê bi pêkhateyên cuda yên tevgerên jinan û femînîst bê kûrkirin.
 
Komek Femînîst ji bo aliyên cuda yên keda jinê û polîtîkayên der barê keda jinê de nîşan bikin wê 17-18’ê Cotmehê de li Stenbolê ‘Konfernasa Keda Jinê’ pêk bîne. Di Konferansê de binpêkirina keda jinê, keda nav malê û lênerînê, têkiliya kedê ya heqdest-bêheqdest û polîtîka keda femînîst çawa dikare bê avakirin wê bê nîqaşkirin.
 
Femînîstên beriya konferansê hatin gel hev, nîqaşên der barê keda jinê de ji nû ve nirxandin. Di civînê de keda jinê ji aliyê kê ve nav kîjan têkiliyan de tê binpêkirin hat nîqaşkirin. He rwihali ser patriyarkal û kapîtalîzmê ku çawa hev bandor dikin nirxandin hatin kirin.
 
Bi Konferansa Keda Jinê  tê hedefkirin ku tevgerên femînîst û jinê bi pêkhateyên xwe re nîqaşên der barÊ keda jinê de kûrtir bikin.
 
Cih û bernameya konferansê wê piştre bê ragîhandin.