Gulîzar Sînger piştî 7 salan şûnde tahliye bû

  • 17:08 1 Îlon 2026
  • Rojane
STENBOL - Gulîzar Sînger ku 7 salan girtî ma, ji girtîgeha Jinan  a Bakirkoyê hat tahliyekirin.
 
Gulîzar Sînger ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtibû piştî 7 salan şûnde tahliye bû. Gulîzar Sînger ku bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin, ligel malbatê ji aliyê rêveber û endamên MATUHAY-DER’ê ve li ber girtîgehê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.
 
Gulîzar Sînger li ber girtîgehê axivî û  da zanîn ku ew ji ber tahliyeya xwe kêfxweşe lê bendewariya wan eve ku hemû girtî bên tahliyekirin.