Banga aştiyê ya jinan: Ne şer, jiyan
- 09:05 31 Tebax 2026
- Rojane
STENBOL - Jinên ku ji mîkrofonên me re axivîn daxwazên xwe yên aştiyê ji mafê jiyanê bigire heta azadiya fikr û ramanê, ji jiyana ekolojîk heta wekheviya jinan di bin gelek sernavî de anîn ziman û wiha gotin: “Ji bo aştiyê divê ev pergal biguhere.”
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di atmosfereke ku polîtîkayên şer, tundiya mêr û çanda bêcezahiştinê her diçe giran dibe de tê pêşwazîkirin. Di vê dema ku şer bi destê çapemenî û desthilatdariyê tê pîrozkirin de, me daxwazên jinan guhdar kirin. Jinên ji mîkrofonên me re axivîn daxwazên xwe yên aştiyê ji mafê jiyanê bigire heta azadiya fikr û ramanê, ji jiyana ekolojîk heta wekheviya jinan di bin gelek sernavî de anîn ziman.
Jina bi navê Oyku Uysal da zanîn ku aştî ji bo wê hawireke ku azadiya fikr û ramanê lê heye îfade dike.
‘Ji bo aştî pêk bê divê ev pergal biguhere’
Sevîm Acar jî der barê mijarê de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Aştî ji bo min ewlehiya mafê jiyana min e. Niha jin nikarin bi rehetî li kolanan bigerin. Aştî li cîhanê zehmet e lê li Tirkiyeyê hîn zehmetir e. Rûniştandina aştiyê di alî nasnameya jinê de rewşeke lezgîn e. Li her derê cîhanê tiştê hewcedariya me pê heye aştî ye. Niha aştî tuneye. Li her derê şer heye. Her tişt ji ser şer tê meşandin. Di pêvajoyeke ku hewcedarî bi aştiyê heye, şer tê pîrozkirin. Ji bo aştî bê divê ev pergal biguhere.”
‘Hewldanên ji bo aştiyê hene lê qels in’
Jina bi navê Rukiye Parim jî destnîşan kir ku aştî ji bo wê tê wateya azadiya mirovan, xwezayê û sewalan û got: “Ji bo aştî li welat bê afirandin hewldan heye lê mixabin hewldan kêm dimînin. Ji bo aştî pêk bê divê mirov li hember hev û hemû zindiyan rêzdar bin.”
Şerîfe Sîbel Yaradilmiş jî di nirxandin xwe de ev tişt vegot: “Ya şer diafirîne egoyên me ne. Em ji her tiştî re dibêjin bila ya me be. Ez 63 salî me, ez ji welatê xwe erdnîgariya xwe hez dikim. Ez mirovan ji hev cuda nakim. Di vî emrê kêm de divê em hev nekujin em hev cuda nebînin. Tevî her tiştî jiyan xweş e. Ez li dijî tundiyê û şer im.”
Andaç Taner jî daxuyakirin ku aştî ji bo wê rêzdarî, aramî û baweriyê îfade dike û got: “Mixabin ev li welatê me kêm e. Em qetilkirinên ku mêr dikin dibînin. Ji bo jin di aramiyê de bijîn divê nirxê bidin xwe.”
‘Bila jin cîhanê bi rêve bibin’
Elîf Demîrbaş jî wiha got: “Jin tên pelçiqandin. Di plana dawî de tên hiştin. Riya serkeftina vê perwerde ye. Ez ji bo aştiyê vê bangê dikim; hêviya me ev e ku hemû jin nirxê bibînin. Bila jin cîhanê bi rêve bibin.”
‘Ji bo aştiyê divê yekitî hebe’
Sevînç Çelebî jî destnîşan kir ku ew ji aştiyê bawer dike û ji bo aştiyê divê yekitî hebe.
Şukran Bulbul jî di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo aştî pêk bê divê ewil mêr bên perwerdekirin û wiha dawî lê anî: “Perwerde ji malbatê destpê dike. Divê dayik mêrên ku hişê wan li serê wan e bigihînin.”









