Li Êlihê ji bo bibîranîna têkoşerên azadiyê serdana girseyî

  • 09:15 28 Tebax 2026
  • Rojane
ÊLIH - Girseyeke mezin beşdarî bibîranîna têkoşerên azadiyê ya li Taxa Hilalê ya ji bo Bekir Çiftçi û Peyman Keskin, ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bû.
 
Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê, duh li Taxa Hilalê ya Êlihê ji bo Peyman Keskin (Derîn Silvan) û Bekir Çiftçi (Bawer Muhammed Ali), ku di dem û cihên cuda de di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, bibîranîn hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî  bibîranînê bûn û pir caran dirûşmeyên wekî "Jiyan bê rêber ne mimkun e" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
 
Bibîranîn dê îro jî berdewam bike.