Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz didomin

  • 15:29 26 Tebax 2026
  • Rojane
AMED - Jinên rojnameger ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz banga tevlibûnê, kirin. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) îsal 2'yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz tê lidarxistin. Serlêdanên ji bo 2'yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz dewam dikin. Li ser rûpela X û instagramê yên MKG'ê videoya banga tevlibûna jinên rojnameger a ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz hat parvekirin. 
 
Dîroka dawî ya serlêdanê 25'ê Îlonê ye.