ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2026'AN
- 09:00 23 Tebax 2026
- Rojev
* Prof. Dr. Fatma Gok têkildarê têkoşîna jinan di nava HDK'ê de nirxand û got: "Rêya veguherandina têkoşîna jinan bo hêzek rastîn ew e ku ew girseyî û belav bibe."
*Nivîskar Herdem Mervanî, derbarê rêwîtiya xwe ya wêjeyê ku li girtîgehê dest pê kiribû û berhemên xwe de axivî. Herdem Mervanî diyar kir ku tevî zext û zordariyan jî wêjeya kurdî bîra kolektîf zindî dihêle û da zanîn ku wê hemû berhemên xwe diyarî girtiyên azadiyê kirine. DÎMEN HEYE
*Muhsine Aslan ku du xwişk û birayên wê tevlî têkoşîna azadiyê bûn jî bo qanûna çarçoveyî got ku ew li gel vê qanûnê erênî dibîne jî hîna gelek gav divê bên avêtin. Husîne Aslan bang li civakê jî kir ku piştgiriyê bidin pêvajoyê û got: "Divê Abdullah Ocalan wekî rêberê Kurd di nava me de be."DÎMEN HEYE







