Li Wêranşarê li dijî kuştina jinan meş
- 19:23 17 Tebax 2026
- Rojane
RIHA - Di pêşengtiya TJA’yê li dijî kuştina jinan, êrişên zayendî û mirinên bi guman ên ku li pey hev li Rihayê pêk tên meş hat lidarxistin. Li dijî tundiya mêr û polîtîkayên bêcezakirinê banga têkoşîna rêxistinkirînê hat kirin.
TJA’yê û Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê, li dijî zêdebûna destdirêjî, destavêtin û polîtîkayên tundiyê li navçeya Wêranşarê ya Rihayê meşeke girseyî li dar xistin. Girseya ku li ber Aşê Ziya hatin cem hev, ber bi qada navçeyê ve dest bi meşê kir.
Di tevahiya meşê de pankarta “Niha dema deng derxistina li dijî qirkirina jinê ye” hat hilgirtin û girseyê gelek caran dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin.
Piştî meşa ku li qadê bi dawî bû, li ser navê saziyan Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu metna daxuyaniyê xwend.
Ayşe Surucu bertek nîşanî polîtîkayên bêcezakirina kujeran da û ev tişt anîn ziman: “Ji Sêwregê heta Hewangê, heta Wêranşarê mirinên bi guman, revandin û êrîşên zayendî ne bûyerên ji rêzê ne. Li pişt van êrîşan pergala serdestiya mêr a ku jiyana jinan wekî milkê xwe dibîne û polîtîkayên bêcezakirinê yên ku wêrekiyê didin kujeran hene. Di serî de îdiaya êrîşa zayendî ya li Stenbolê ya li dijî aktîvîst Paula Maier, divê hemû sûcên di bin çavdêriya dewletê de bi awayekî çalak bên lêkolînkirin. Em ê rê nedin ku tundî bê nixumandin û normalîzekirin. Em ê li benda qetilkirin an jî revandina jineke din nemînin; bi rêxistinbûnê em ê parastina mafê jiyanê û azadiya jinan bidomînin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan û çepikan bi dawî bû.







