Li Amedê li dijî hişbirê xebateke nû

  • 14:32 17 Tebax 2026
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Alûdetiya Madeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta têkoşîna dijî alûdetiyê li seranserê bajar xebateke berfireh da destpêkirin. Şaredariya Bajarê Mezin ku amadekariya vekirina navendeke dermankirina bi razanê ji bo şêwirînerên jin dike, bi riya ekîbên gerok armanc dike ku li bajar tu mal û malbatên ku neketiye peywendiyê bi wan re nehêle.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dijî alûdetiya madeyan ku tenduristiya civakê û paşeroja wê dixe xetereyê, modeleke têkoşînê ya piralî pêk tîne. Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Alûdetiya Madeyan ku di kanûna 2025an de di bin banê Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî de hat vekirin û ji meha nîsanê ve bi awayekî faal dest bi qebûlkirina şêwirîneran kir; xebatên arastekirina dermankirinê, piştgiriya psîkososyal, xebatên qadê yên bergirtinê û çalakiya ji bo derxistina hişmendiya civakî di bin banekî de bi rê ve dibe.
 
Ji bo her şêwirînerî plana dermankirinê ya taybet tê amadekirin
 
Pispora Xizmeta Civakî Berfîn Ayyildiz ku derbarê avahiya xebatê û modela xizmetê ya navendê de agahî dan, diyarkir ku di nav binyeya navendê de 2 psîkolog, 2 pisporên xizmeta civakî û 2 karmendên piştgiriyê wezîfedar in. Berfîn Ayyildiz anî ziman ku serlêdanên derbarê alûdetiya teknolojî, alkol û qumarê de jî li gorî derfetan bizavan dikin, lê xebatên wan bi piranî li ser qada alûdetiya madeyan têne birêvebirin.
 
Berfîn Ayyildiz diyar kir ku birêvebirina xebatên resen di qada alûdetiya madeyan de hem ji bo şêwirîneran hem jî ji bo karmendên navendê bikêrtir e, û piştre da zanîn ku piştî serlêdanê ji aliyê psîkolog û pisporên xizmeta civakî ve hevdîtinên yekem têne kirin.
 
Berfîn Ayyildiz got: “Em diyar dikin ku hewcedariya şêwirîner çiye û ew sedemên ku wî/wê dikişînin jîngehên xeternak û muptelayê madeyan dike çi ne. Piştre em ji bo her şêwirînerî planeke dermankirinê ya taybet amade dikin.”
 
Ji bilî şêwirîneran, ji malbatên wan re jî xizmet tê pêşkêşkirin
 
Berfîn Ayyildiz diyar kir ku têkoşîna dijî alûdetiyê tenê ji berdana madeyê pêk nayê û anî ziman ku berdana madeyê bi tenê nayê wateya çêbûnê (başbûnê). Berfîn Ayyildiz ragihand ku di navendê de li ser mijara ku şêwirîner dikarin pêvajoya başbûnê çawa domdar bikin xebat têne kirin û nêzîkên şêwirîneran jî tevî vê pêvajoyê dikin.
 
Berfîn Ayyildiz bal kişand ku xizmet li ser bingeha dilnizmî û dilxwaziyê têne birêvebirin û got ku encamên domdar ên dermankirinên bi darê zorê sînordar in; kesên ku dixwazin werin dermankirin dikarin bi girtina randewuyê an jî bi serlêdana rasterast ji xizmetan sûd werbigirin.
 
165 serlêdan, 93 razana AMATEMê û zêdetirî 1500 hevdîtin
 
Berfîn Ayyildiz diyar kir ku mercên civakî û aborî yên her şêwirînerî ji hev cuda ne, ji ber vê yekê planên dermankirin û şopandinê yên taybet ji bo kes re têne amadekirin. Ayyildiz anî ziman ku di rewşên krîz û lezgîn de bi destwerdana lez beşa pireyê di navbera şêwirîner û saziyên dermankirinê de digirin ser milê xwe, û da zanîn ku bi peydakirina hewcedariyên kîtan jî pêvajoya dermankirinê hêsan dikin.
 
Berfîn Ayyildiz daneyên derbarê xebatên navendê de parve kir û got: “Ji meha nîsanê vir ve 165 serlêdanên me çêbûne. Ev 165 kes tenê hejmarek nîn in; ew welatî yên me ne ku dibêjin ‘Ez dixwazim bêne dermankirin’ an jî ‘Pêwîst e nêzîkê min bêt dermankirin’. Me rasterast razana 93 kes ji van li AMATEMan pêk anî û piştgiriya pêwîst da wan. Her wiha heta îro me zêdetirî 1500 dîtinên seansê pêk anîne.”
 
Berfîn Ayyildiz teqez kir ku arastekirina şêwirîneran ji bo dermankirinê û hiştina wan di nav pergala dermankirinê de xebateke zehmet lê girîng e, û diyarkir ku têkoşîna dijî alûdetiyê tenê berpirsiyariya şaredariyan nîn e. Berfîn Ayyildiz anî ziman ku divê saziyên giştî û rêxistinên civakî yên sivîl jî bibin parçeyek ji vê pergalê.
 
Navendeke dermankirina bi razanê ji bo jinan tê plankirin
 
Berfîn Ayyildiz bal kişand ser zehmetiyên ku şêwirînerên jin di pêvajoya dermankirinê de rû bi rû dimînin û got ku li seranserê Tirkiyeyê navendên ku jin dikarin bi razanê lê derman bibin kêm in. Berfîn Ayyildiz diyar kir ku ev rewş dibe sedem ku jin ji pergala dermankirinê dûr bikevin û motivasyona xwe winda bikin, û teqezî li ser girîngiya avakirina pergaleke dermankirinê ya taybet ji bo jinan kir.
 
Berfîn Ayyildiz ragihand ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê plan dike ku navendeke dermankirinê ya bi razanê ji bo jinan veke û xebatên amadekariyê berdewam dikin. Berfîn Ayyildiz da zanîn ku xebat dê bi navendekê re sînordar nemînin û armanc ew e ku di nav binyeya Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan de navendên nû yên şêwirmendiyê bêne vekirin.