'Divê zarok neyên cezakirin bên parastin'

  • 09:08 17 Tebax 2026
  • Zarok
Elfazî Toral
 
STENBOL - Parêzer Berfu Uluyol ku li ser qanûnA derbarê zarokan de şîrove kir, xizanî, tundî, pirsgirêkên perwerdehiyê û mekanîzmayên parastina dewletê yên nebaş wekî faktorên ku zarokan ber bi sûc ve dibin destnîşan kir û got, "Li şûna cezakirina zarokan, pêdivî ye ku zarok werin parastin, xizmetên şêwirmendiyê werin dayîn û demek dirêj ev xizmet werin şopandin."
 
Pêşniyara Qanûna Parastina Zarokan a nû ku ji meclisê hat derbaskirin, ji ber berfirehkirina mekanîzmayên cezayî û sepandinê li şûna pêşxistina tedbîrên parastinê ji bo zarokan bi xwe re xeterê tîne. Li gel guhertinên krîtîk ên li ser bendên cezayî û sepandinê yên derbarê "zarokên ku ber bi sûc ve têne birin", qanûn ji bo kesên ku bi xemsarî çekan bi awayekî ku zarok bikaribin xwe bigîninê jî, cezayên girtîgehê yên ji yek heta sê salan ferz dike. Rêziknameyên nû hatine derxistin cezayên girtîgehê ji bo sûcên giran ên ku ji hêla zarokên di koma temenê 12-18 salî de têne kirin zêde dikin.
 
Parêzer û Nûnera Stenbolê ya "Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin" Berfu Uluyol derbarê qanûna têkildarî zarokan de ku vê dawiyê ji meclisê hat derbaskirin de nirxandin kir.
 
Berfu Uluyol ev rêzikname wekî tiştekî "gelek xirab û cihê şermê"  pênase kir û da zanîn ku di nava xebatên xwe yên hiqûqî de rastî gelek zarokên ku ber bi sûc ve hatine birin hatiye û diyar kir ku dema mirov ji nêz ve li sedemên tevlîbûna zarokan a sûc dinêre, derdikeve holê ku ev ne tenê mijareke hilbijartina kesane ye. Berfu Uluyol got: "Dema em li jiyana van zarokan dinêrin, hêsantir e ku mirov fêm bike ka çima têgîna 'zarokê ku ber bi sûc ve hatiye birin' tê bikaranîn  û çima têgîna 'zarokê di pêvajoya darazê de', ku di qanûna nû de cih digire, ne guncav e. Em dibînin ku ev zarok bi îradeya xwe sûc nakin; berevajî vê, em dibînin ka civak çawa wan îstîsmar dike, ew xizaniyeke giran dijî û di malbatên wan de kêmasiya perwerdeya têrker a mezinkirina zarokan heye. Pêwîst e dewlet di vî warî de xizmetên şêwirmendiyê pêşkêşî malbatan bike. Bi rastî, em dibînin ku civak bi awayekî çalak zarokan ber bi sûc ve araste dike, ji ber ku gelek sûcên ku dikaribûn pêşiya wan bê giritn, ji ber nebûna xizmetên şêwirmendiyê û mekanîzmayên parastinê nayên astengkirin. Herwiha, li gorî vê qanûna nû, em dibînin ku zarokên tevlî sûcên giran bûne wekî mezinan tên dîtin û muameleya mezinan li wan dikin, lê yên tevlî sûcên siviktir bûne wekî zarok tên cezakirin. Ev rewş ne li gorî prensîba wekheviyê ye û ne jî li gorî rastiya şert û mercên zarokan e; berevajî vê, Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ya berê, komên temenî yên 0–12, 12–15 û 15–18 salî bi awayekî cuda dinirxandin."
 
‘Zêdekirina cezayan ne çareserî ye’
 
Berfu Uluyol, bi wê nêrînê ku divê zarok li gorî komên xwe yên temenî bi awayekî cuda bên nirxandin, anî ziman ku Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî jî derbarê bilindkirina temenê berpirsiyariya cezayî de pêşniyar pêşkêş kirine. Berfu Uluyol da zanîn ku pisporên tibbaedlî yên ku wê şêwir bi wan re kiribû, pêşniyar kiribûn ku sînorê temen ku niha 18 sal e hîn zêdetir bê bilindkirin û pirsî: “Lê gelo ev çareserî ye? Bêguman em naxwazin kes zirarê bibîne. Lêbelê, ev yek heta çi astê pirsgirêkê çareser dike? Gelo zêdekirina cezayan dê bi rastî van kesan ji kirina sûcan dûr bixe?” Berfu Uluyol tekez kir ku cezayên girantir bi awayekî otomatîk nabin sedema başbûn û vegerandina civakê,û diyar kir ku divê ji bo zarokan sîstemeke adîl û parastinê ya cuda bê pêkanîn.
 
‘Parastina zarok berpirsiyariya dewletê ye’
 
Berfu Uluyol, bi nîşandana wê yekê ku pêwîst e li ser berpirsiyariya dewletê were axaftinî bi taybetî derbarê sûcên duyemîn, sêyemîn û yên li pey wan û diyar kir ku sûcê yekem wekî nîşandereke girîng a pirsgirêkên kûr ên di jiyana zarok de ye û got, “Dewlet berpirsiyar e ji wan sûcên ku piştî sûcê yekem tên kirin, ji ber ku zarok di wê bûyera destpêkê de peyamekê dide. Ew dibêjin, ‘Min biparêzin; ez ber bi rêyeke baş ve naçim.’ Pêwîst e zarok ne tenê dema sûcekî dikin, lê ji wê kêliya ku dikevin bin rîskê ve werin şopandin. Binavkirina wan tenê wekî ‘zarokên di pêvajoya dadweriyê de’ barê mijarê bi temamî dixe ser milê zarok.Em hemû dibînin ku zarok li kolanan destmalan difiroşin, lê qet nayê bîra me ku em telefonî xizmetên civakî bikin. Gelo malbata wî/wê zarokî heye? Rewşa wan baş e? Gelo birçî ne? Em bi dayîna 5 - 10 lîreyan û pişt re çûyîna xwe, wijdanê xwe rehet dikin. Lê di rastiyê de, divê dewlet wan zarokan bigire bin parastinê.”
 
Modela Awisturyayê
 
Berfu Uluyol pêşniyar kir ku pratîkên li Awisturyayê dikarin ji bo pergala darazê ya zarokan bibin model, anî ziman ku pêkanîna mekanîzmayên parastin û şopandinê ji bo zarokan li şûna piştrastbûna li ser cezay dikare rêjeyên sûc kêm bike. Nayê qebûlkirin ku mirov bi berdewamî, wekî bersivek li hember bûyerên taybet, destkariyê di pergala darazê ya zarokan de bike. Ez hewldana ji nû ve avakirina pergalê li ser bingeha çend bûyerên cuda û sînorkirî, wekî provokasyoneke mezin dibînim.”
 
'Divê ji bo zarokan mekanîzmayên nû bên avakirin'
 
Berfu Uluyol, balkişand ser prensîba qanûna bingehîn a "dewleta civakî", diyar kir ku divê dewlet erka xwe ya parastina zarokan bi cih bîne. Berfu Uluyol bal kişand ser wê yekê ku derxistina zarokan ji nava sû piştî ketinê gelek zahmet e û  got: "Ji bo pêşîlêgirtina zarokan a nava sûc û misogerkirina ewlehiya giştî, li şûna avakirina zêdetir girtîgehan, pêwîst e em ji bo zarok û malbatên wan mekanîzmayên çavdêrî û piştgiriyê yên demdirêj ava bikin. Eger ji bo bilindkirina asta hişmendiya zarokan hewl bê dayîn, wê demê hem zarok û hem jî civak dê bên parastin."