Li girtîgehên Îranê zextên li ser jinan didomin

  • 09:08 20 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Raporên ji girtîgehên Evîn, Qarchak û Yazd tên zext û binpêkirinên mafan yên li ser girtiyên jin yên siyasî derdixe holê. Girtî surgunê bajarên dûr tên kirin, nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê, di koxuşên edlî de digirin.
 
Jinên li dijî hikûmeta Îranê serî radikin, tên girtin û cezakirin. Raporên ji girtîgehên Evîn, Qarchak û Yezd tên, pêkanînên sîstematîk yên li ser girtiyên jin û malbatên wan derdixe holê.
 
Li gorî rapora malpera web "Dengê girtiyên li Îranê" li girtîgeha Evînê gelek jin bi qedexeyan re rû bi rû ne û nikarin hevdîtinan bi malbatê re bikin. Astengkirin tenê wek tedbîrek îdarî nayê bikaranîn. Bi van pêkanînan girtî di alî tundiya psîkolojîk de raste rast hedef digire.
 
Bedela berxwedanê her diçe giran dibe
 
Li gorî raporên ji herêmê tên jin bi hinceta li cihê çalakiyê bûne an jî piştevaniya bi girtiyan re tên cezakirin. Bi vê jî peyameke zelal tê dayîn. Rayedarên girtîgehê hewldide bedela vê têkoşîn û berxwedana hevpar giran bikin.
 
Girtiyên jin di hucreyê de ne
 
Rewşa girtiyên li girtîgeha Yazd de malbat û gel dike fikaran. Li gorî malpera "Dengê girtiyên li Îranê" li girtîgeha Yazd girtî demên dirêj di hucreyan de tên girtin, an jî dibin cem girtiyên edlî.
 
Ji bo jinên berxwedêr pêkanînên taybet
 
Jinên bi sûcdariya piştgiriya Rêxistina Mucahîtên Gel yên Îranê an jî sempatiyê nîşanê wan didin tên sûcdarkirin, hedef tên girtin û zext dibin du kat. Sûcdariyên siyasî piranî bi cezayêngiran tên cezakirin. Jinên berxwedêr bi pêkanînên taybet re tên rû hev.
 
Li gorî rapora di malperga înternetê ya Iran Freedom de hatiye weşandin li hember girtiyên siyasî din ava ceza de ceza tê dayîn. Li gorî raporê li girtîgeha Qarchak ji ber jinan tundî protesto kirine cezayên din lê hatine birîn.
 
Li şûna nexweşxaneyê surgunê girtîgehek din kirine
 
Li girtîgeha Yazd der barê girtiya siyasî Parîsa Kamalî de jî fikarên cidî hene. Li gorî rapora hatiye weşandin Parîsa Kamalî nexweşe û nikare xwe bigihîne xizmetên tenduristiyê, li şûna wê bibin nexweşxaneyê surgurnê girîgeha Khash hatiyekirin.
 
Stratejiya îzolekirinê encam nade
 
Tevî vê stratejiya îzolekirina girtiyan, encamek nayê bidestxistin û girtî tevî hemû tehîd, surgun û ji maf bêpar hiştin berxwedanê didomînin. bi surgunkirinan hewl didin hem girtiyan hem malbatên wan ceza bikin. Bi vê hewl didin tora piştgiriya ji bo girtiyan hedef bigirin.
 
Xizm û malbatên girtiyan daxwaza dikin kul i girtîgehên jinan demildest kontroleke serbixwe bê kirin û dengê girtiyan bê bihistin.