ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2026'AN
- 09:00 20 Tîrmeh 2026
- Rojev
* Têkoşîna Kurd sedsal in ji bo ziman û çanda resen berdewam dike. Bêrîvan berî zimanê erebî fêrî tîpên Kurmancî dibe. Bêrîvan Fakûlteya Wêjeyê ya Fransî qedandiye. Lê girêdana wê bi zimanê wê yê dayikê re hişt ku xwe di zimanê kurdî de xurt bike. Rêwîtîya Bêrîvan a ziman û têkoşîna wê ya bê navber her didome. Bêrîvan Beyar niha jî di servîsa Kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Hawarê de dixebite. JI PÊNÛSA JINAN
* Helîme Osman a gaziyek ji şoreşa 19’ê Tîrmehê ye diyar kir ku ew bi têkoşîna xwe bi ser ketin û wiha got:"Kobanê bi berxwedanek mezin ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin. Me gelek şehîd û gazî dan ez jî yek ji gaziyek şoreşê me lê rûxmê ku min perçeyek ji canê xwe daye lê ez hîn jî dibêjim min li hemberî Serok Apo û şehîdan tiştek nekiriye. Ez deyndarê wan im.” DÎMEN HEYE
* Dayika Veysel Ozdemîr ê li Pirsûsê di êrîşa DAIŞ’ê de hat qetilkirin, Rabîa Ozdemîr wiha got: “Êdî Veyselê min tune ye. Parçeyek kezeba min di bin erdê de ye. Em aştiyê dixwazin lê bila dosya neyê girtin. Kurê min yê 22 salî mir kê ev kir? Kê rê vekir bila bê dîtin.”DÎMEN HEYE
* Jinên KHK’yî diyar kirin ku ji bo aştî xwestine hatine îxrackirin û got: “Gava hêsan a demokratîkbûnê radestkirina kar a KHK’yiyan e. Hikûmeta vê jî neke di aştiyê de ne ji dil e.” DÎMEN HEYE
* Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan got di demên dawî de ligel tundiya fîzîkî, der barê tundiya aborî û komên sûc yên organîzekirî de jî serlêdan têne kirin û wiha got: “Serlêdan zêde bûne. Bi taybet li Amedê jin di bin tehdîdê de ne.” DÎMEN HEYE
* Li Stenbolê jinan pêvajo nirxandin û neavêtina gavan a ji aliyê desthilatdariyê ve rexne kirin. Jinan diyar kir ku pêşiya pevajoya hatiye xetimandin, wê bi rakirina tecrîdê, bi gavên qanûnî bên vekirin.DÎMEN HEYE
* Raporên ji girtîgehên Evîn, Qarchak û Yazd tên zext û binpêkirinên mafan yên li ser girtiyên jin yên siyasî derdixe holê. Girtî surgunê bajarên dûr tên kirin, nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê, di koxuşên edlî de digirin.







