Li Behdînanê nexşeya wêranî û belavbûna erdnîgariyê

  • 11:18 18 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber avakirina baregehên leşkerî, rêyên leşkerî û nuqteyên leşkerî yên Artêşa Tirk,  zêdetirî 400 gundên Dihokê ji niştecihên xwe yên resen hatine valakirin, destûr nayê dayîn ku ew ji bo serdanê vegerin warê xwe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê jî li berambarî vê bêdeng mane.
 
Tevî destpêkirina pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" û her wiha biryara hikûmeta Iraqê ya vekişîna hêz û şervanên leşkerî yên biyanî ji axa Iraqê, hêj jî li Arteşa Tirk li deverên Behdînanê bi cih bûne. Ajansa ROJNEWS'ê bi nûçeya xwe bal kişand ser rewşa herêmê. 
 
Li gorî lêkolînên meydanî û bi karanîna dane û agahiyên ji gundiyên herêmê ku dane ajansa ROJNEWS'ê, daneyên wêranî û terikandina gundên parêzgeha Duhokê ku li gorî bajarok û gundan wiha têne dabeş kirin.
 
Ji 310 gundên navçeya Amêdiyê, zêdetirî 240 gundên bajarokên Derelok, Şeladizê, Kanî Masî û Bamernê hatine valakirin û niştecihên wan neçar mane ku koçî navenda navçe, bajarok û bajaran bikin û malên xwe biterikînin.
 
Li bajarokên Batîfa, Bêgova û Derkarê yên ser bi Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, 90 gund ji ber dagirkeriyê ji dewlemendî û jiyanê bêpar mane û bûne deverên qedexekirî.
 
Nêzîkî 60 gundên li deşta Nehlê û gundê Dînartê yên navçeya Akrê ji ber bombebaran û dagirkeriyên dewleta Tirk neçar mane ku gundên xwe biterikînin.
 
Zêdetirî 10 gundên gundê Etrûşê yê bajarokê Şêxan wekî herêmeke qedexekirî hatine ragihandin û ji niştecihên xwe yên resen hatine veqetandin, gundî nikarin vegerin malên xwe.
 
Ev jî di demekê de ye ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ya binavê "Aştî û Civaka Demokratîk" biryara agirbestê dan. Paşê, di Kongreya 12’yemîn ya PKK’ê biryara fesihkirina PKK’ê hat dayîn ku têkoşîna çekdarî hat bidawîkirin, her wisa hemû çalakiyên binavê PKK’ê hatin rawestandin. Lêbelê, wekî ku tê dîtin, dewleta Tirk hîn jî wekî serdema berî aştî û şer tevdigere û siyaseta xwe ya şer didomîne.