Dîlan Kunt Ayan:Statu garantiya pêvajoyê ye
- 09:04 1 Tîrmeh 2026
- Ramyarî
Melek Avci
ENQERE- Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, der barê ku gotinên mijara satuyê di vê qanûnê de nayê pêş berî wan de wiha got: “Vîrusa vê pêvajoyê nezelalî ye. Antî vîrusa wê jî sererastkirinên qanûnî ye. Statu bi tena serê xwe statuya Birêz Ocalan nahewîne. Statu garantiya pêvajoyê ye. Ji sererastkirinên qanûnî jî ewiltir tê.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê di pêvajoyê de gavên girîng avêtin û ji desthilatdariyê jî heman gav dihatin payîn. Agahiya ku wê çarçoveya qanûna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek ‘qanûna kok’ bi nav kiribû, wê piştî zîrveya NATO’yê ku wê 7-12’ê Tîrmehê de li Enqereyê pêk bê, bê meclîsê. Piştî pêşnûmeqanûna çarçoveyê bê nîqaşkirin wê li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê nirxandin. Lê hîna der barê naveroka wê de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.
Endama Komîsyona Edaletê parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan der barê nîqaşên qanûna çarçoveyê de nirxandin kir.
‘Pêşnûmeyeke hatiye ber destê me tune ye’
Dîlan Kunt Ayan da zanîn ku bendewariyeke cidî ya civakê heye û ji 27’ê Sibatê het aniha di 16 mehan de hîna qanûnek aştiyê nehatiye kirin. Dîlan Kunt Ayan wiha got: “Dihat payîn ku di Komîsyona Edaletê ya Civakê qanûnên aştiyê bên axaftin, 12’emîn pakêta darazê hat axaftin. Bendeawriya gel ji qanûnên pêvajoyê hebû. Lê destilatdariyê got ‘em amadekariyan dikin, pêşnûme qanûna heye wê biqede’.Lê hîna pêşnûmeqanûnek bê parvekirin tune ye. Vîrusa pêvajoyê nezelalî ye. Antî vîrus jî sererastkirinên qanûnî ne.”
‘Yên piştgiriyê bidin pêvajoyê di girtîgehan de ne’
Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku ev vîrusa nezelaliyê ancax bi sererastkirinên qanûnî dikare ji holê bê rakirin û wiha bi lêv kir: “Divê ev pêvajo bi qanûnê bê tacîdarkirin. Lê em dibînin ku hîna tiştek tune ye. Dibe ku guherînên qanûnî yên bi kok ne hêsan bin. Em behsa mijareke Kurd ya 100 salî dikin. Di demek kurt de avakirina qanûnê dibe ku zehmet be.Lê em dibînin ku sererastkirinên qanûnî jî hîna nehatine kirin. Mînak girtîgeh. Tahliyeya girtiyan bi Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê tên taloqkirin. Em dibînin girtiyên 30 salan girtî mane û tahliye bûne yên herî zêde piştgiriyê didin pêvajoyê ne. Yên piştgiriyê bidin pêvajoyê di girtîgehan de ne.”
Dîlan Kunt Ayan anî ziman ku yek ji mijarek din ya gavên qanûnî dixwaze biryarên DMME û DDB’ê ne û li ser girtiyên Doza Kobanê, Fîngen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş sekinî. Dîlan Kunt Ayan ev nirxandin kir: “Desthilatdariyek di vê mijarê de bi îmtîna tevdigere heye. Mijara din qeyûmin. Ev jî di civakê de bêbaweriyê diafirîne. Ger ku em behsa pêvajoyekê bidkin divê hemû dînamîk xwe têde bibînin.”
‘Bi gavên wêrek wê pêvajo biserkeve’
Dîlan Kunt Ayan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em sala 99’an bi bîr bînin. Yên wê demê hatin zirara wan ji tu kesî re tune bû. Berovajî vê bi lêkolîn nivîsên xwe civak ronî kirin. Ev karê wêrekiyê bû. Dibe ku fikar hebin lê ji bo vê divê gavên wêrek bên avêtin. Ev pêvajo bi gavên wêrek dikare bi ser keve. Hewcedarî bi sererastkirineke ku hemû aliyên civakê îqna dike heye. Divê ev sererastkirin jî ji newkheviyê dur be. Me her tim anî ziman; bêyî newekheviyê, ji cezakirin û poşmaniyê wêdetir, hewcedarî bi sererastkirineke ku pêşîya tevlibûna siyaseta demokratîk vedike heye.”
‘Statu garantiya pêvajoyê ye’
Dîlan Kunt Ayan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mijarek din ya di kulîsan de ‘mijara statuyê’ ye. Ger em behsa pêvajoyê bikin wê demê statuya Îmraliyê ferz e. Di pêvajoyeke wisa de birêz Ocalan bê statu hişin, zirarê dide pevajoyê. Ewlehiya pêvajoyê statu ye. Statu garantiya pêvajoyê ye.Ji sererastkirinên qanûnî jî ewiltir tê.”







